|
|
Rojnamegeriya
kurdî
bû 107 salî
22
Nîsanê,
roja salvegera damezrandina rojnameya kurdî ya herî pêþin
“KURDISTAN”ê ye. Loma 22-ê Nîsanê wek "Roja Rojnamegeriya
Kurdî" tê bîranîn û pîrozkirin.
Ev
roj di tevgera rewşenbîriya kurd da rojeke giring
e. Ew li welat û dervayî welat bi gelek awayên cuda tê pîrozkirin.
Rewşenbîrê
mezin Miqdat Midhat Bedirxan, di 22ê Nîsana sala 1898a de
li Qahîrê, paytextê Misirê dest bi derxistina rojnameya kurdî
ya pêşin "KURDISTAN"ê kir. Sedemê ku rojname
ji welatê bav û kalan, Kurdistanê ewçend dûr, li Misirê hatiye
derxistin ew e ku, dewleta Osmanî ji þiyarbûna kurdan, ji
bilindbûna azadîxwaziya miletê kurd ditirsiya û loma nedihîþt
rewþenbîrên kurd bi serbestî karê weþanê bikin. Piþtî ku rojnamê
li Misrê dest bi weþanê kir, dewleta Osmanî zext li Misrê
kir ku wê qedexe bike. Li ser zext û zordestiya dewleta Osman,
rojnameya Kurdistan bi neçarî gelek cîh guhastin. Bedirxanan
rojnameya “Kurdistan” derbasî Ewropayê kirin. Piştî Midhat
Bedirxan begê, birayê wî Evdirehman Bedirxan barê derxistina
rojnamê hilda ser milê xwe. Di çar salan da li menfiyê, di
rewşeke dijwar da 31 hejmarên rojnamê derketin.
Kovar,
rojname, rêxistin, partî û dezgeyên kurdî hemû roja 22-ê Nîsanê
wek rojeka rojnamegeriya kurdî bi bîr tînin û pîroz dikin.
Em jî, wek Roja Nû bi minnetdarî Midhat
Bedirxan begê, birayê wî Evdirehman Bedirxan begê bi
bîr tînin û di rêça wan de dimeþin.
|
|