Çend roj
berê me zanyarekî mezin, rohilatnas, kurdnas û dostekî gelê
kurd ê hêja Mîxaîl Semenovîç Lazarev winda kir. Bi wefata
wî em xemgîn in û bi rêz wî bi bîr tînin.
Lazarev navekî gelekî naskirî û bi rûmet
e ji bo me kurdan, ji ber ku wî li ser dîroka kurdan û Kurdistanê,
gelek pirtûk û miqaleyên zanistî nivîsîne. Îro di destê me
de gelek lêkolînên wî yên hêja û berfireh ku dîroka me ronî
dikin hene. Herwisa wî gelek salan serokatiya Beşa Kurdolojiyê
li Zanîngeha Moskovayê jî kiriye. Li ba wî gelek ciwanên kurd
li ser dîroka gel û welatê xwe xwendine û bûne şarezayê
dîrokê.
Ji berhemên Lazarev 2 pirtûk, bi zimanê kurdî
di nav Weşanên Roja Nû da hatine çapkirin û belavkirin.
Ev pirtûkên wî “Pirsa Kurdan (1891-1917) û “împeryalîzm û
Pirsa Kurdan (1917-1923) cara pêşin ji alîyê Têmûrê Xelîl
ve ji zimanê rûsî hatine wergerandin.
Prof. Lazarev zanyarekî dilsoz û dostekî gelê
me ê jidil bû. Ji bo piştgiriya tevgera azadîxwaz ya
kurdan gelek caran hewl daye, pêşniyar û daxwazên xwe
ji merciyên siyasî yên netewî û navneteweyî re kirine. Xasima
di salên 90-î de ji bo piştgiriya Kurdistana Başûr
aktîf xebitî. Ji bo nêzîk kirina PDK û YNK,
digel Prof. Şekroyê Xudo gelek hewldanên giring
nîşanda.
Di sala 1998a, 6 ê Çiriya paşin
de, li Moskovayê, di Sempozyoma 100-saliya Rojnamegeriya Kurdî
de wek gotarvan li ser navê Roja Nû ez jî beşdar
bûm. Li vir min kurdzanê navdar Lazarev ji nêzîk ve naskir.
Civîna ku ji aliyê Navenda Lêkolînên Kurdî û Înstîtuta
Rohilatzaniyê ya Akademiya Zanistî ya Rûsyayê hatibû amadekirin,
bi taybetî nûnerên PDK û YNK vexwendibûn daku
sempoziyoma 100-saliya Rojnamegeriya Kurdî ji bo nêzikkirina
wan rolekê bileyze.
Lazerev di gotara xwe de bi giranî bal
dikişande ser pêwîstiya yekîtî û hişiyariya kurdan
daku ji rewşa nû ya dîrokî ku Rojhilata Navîn û Cîhanê
derketiye pêş kurdan îstifade bikin. Di dawiya civînê
de biryar hat standin ku bilî bangeke giştî, nameyeke
taybetî ji sekreterên herdu partiyan birêz Mesûd Barzanî û
birêz Celal Telebanî re bê şandin. Di nameyan de daxwaza
pêkanîna mîsyona dîrokî ya herdu serokan hat kirin. Ez wisa
bawer dikim ku pir yan hindik tesîreke erênî ya
wê bang û nameyê li ser kadro û serokatiya herdu hêzan çêbû.
Xwesima li ser kadroyên ku li Rûsyayê xwendibûn... Gelek ji
wan xwendekarên kurd yên ku di zanîngehên Sovyet-Rûsyayê de
xwendina xwe xilaskirine, di nav dezgehên dewleta kurdî ya
federe de cî girtine, xwedîyê erk û berpirsiyariyên
giring in...
Bi hêviya ku li Kurdistana azad bi navê Lazarev
înstîtuyek, yan jî akademiyeke dîrokê bête vekirin...
Em ji malbata Lazarev re û ji dost û
hevalên wî re sersaxiyê dixwazin.
Berpirsiyarê Weşanên Roja Nû
Haluk Öztürk
|