Leyla Zana û hevalên wê çerx kirin:

"Em ne bi wan daxwazan re ne ku di îlanê de hatine nivîsandin"

Sê roj berê, bi serkêþiya Enstituya Parîsê, di serî de Leyla Zana û sê hevalên wê yên ji DEPê; gelek kes û saziyên alîgirên PKKê û herweha hin siyasetmedar û rewþenbîrên din yên ku ne ji derdorên PKKê ne, bi hevra îlanek dane du rojnameyên ewropayî (International Herald Tribune, Le Monde) ji bo ku bala YE bikiþînin ser pirsa kurd.

Di wê de hin daxwaz tên kirin ku PKK jî wek dewleta tirk li dijî wan daxwazan e. Xasima daxwaza federasyonê ji bo kurdan. Di îlanê de hatiye nivîsandin ku Tirkiye ji tirkên Qibrîsê re çi dixwaze kurd jî ewê dixwazin.

Piþtî ku îlan hat belavkirin, Zanayê û hevalên xwe, di medya tirkî de beyan kirin ku ew ne digel wan daxwazan ne ku di îlanê de hatine nivîsandin. Mesela li dijî otonomî û federasyonê derdikevin her wek serokê PKK Ocalan dibêjin "mafê hevwelatiya qanûnî ya esasî ji kurdan re bes e.

Poþmanbûna Leylayê û hevalên wê ne tiþtekî surprîz bû, ji ber ku ew bi temamî di xizmeta Ocalan de ne, ew jî ji kê ra xizmet dike eþkere ye. Lê wan çima ev îlan îmze kirin û dûra poþman bûn, armanca wan çi bû? ev jî ciyê þik û meraqê ye, lewma pirs di nav derdorên welatparêz ên kurd de tê niqaþkirin.

 
© 2001-2004 Roja Nû