|

Kurdên Londonê jî ji bo
bîranîna Helebçê civînek çêkirin
Roja yekþema 14ê Adarê de li Londonê
civîneka bîranîna Helebçê çêkirin.
Gelek kesên welatparêz ji hemû parçên
Kurdistanê beþdarî civînê bûn
ku di saett 12.30 da li Kampusa Brunei ya Zankoya Londonê
SOAS da hat çêkirin. Çalakiya bîranînê
ji aliyê partiyên kurdan PSK, PDK, YNK, YEKÎTÎ-
Suriye , KOMALA -Îran ve hatibû amadekirin. Bilî
axaftinên bi zimanê kurdî hin mêvanên
Îngîlîz jî qise kirin. Bob Spinks,
parlamenterê Partiya Muhefezekar ya Ingîltere,
ji zankoya Essex Prof.Kevin Boyle,
Founder of Medical Foundation dan Helen Bamber,
Akademisyen lêkolîner Þorec Hacî,
nûçegihanê Reuters û rojnamevan Gwaynne
Roberts,
lektorê Zankoya Metropolitan ya Londonê sosyolog
Samî Ramadanî û berpirsê lêkolînan
Dlawer Ala Aldeen'in jî beþdarî kombûna
bîranînê bûbûn. Li ser dedem
û encamên qetlîama Helebçê
gotar hatin xwendin û bersivên pirsên beþdaran
hatin dayîn. Bi vî awayî civîneke
serkevtî gihîþt dawî.
|
|