Mesûd
Brazanî di hevpeyvîna rojnama Washington Post de
Mesûd Brazanî: ”Eger Federasyona cografî û
siyasî neyê qebûlkirin û erebên ku ji alî Saddam ve li Kurdistanê
hatine bi cî kirin, paþda neyên þandin em qanûna hukumeta
navendî îmza nakin.”
Serokê PDK (Partiya Demokrata Kurdistan),
di roja duþemê (19/01/04) di hevpeyvîneke bi rojnama Washington
Post re da xuyakirin ku, kurd ji Amerîkayê garantiya Federasyoneke
cografî û netewî dixwazin.
Barzanî got: ”Kurd nikarin
çavê xwe ji wê neheqiyê re bigrin ku bi sedhezaran kurd
ji cî û warên xwe hatine dûrxistin, þûna wan da ereb hatine
bi cîkirin. Em nikarin 10-15 salên din jî sebir bikin. Barzanî
herwisa got ku ew hêvîdar in ku Amêrîka guh bide daxwazên
kurdan ên heqane, û xeletiyên berê neyên dubarekirin.”