Kurdan
li Atîna Komara Mahabadê bi bîr anîn
Mîna her sal, îsal
dîsa, hêzên welatparêz bi hevra 58 saliya damezrandina Komara
Mahabat a Kurdistan piroz kir. Li roja17-01-2004, li bajarê
Atina, bi şeveke rêk û pêk ,ev bûyera mezin hat bîranin.
Di şevê da 500 kes beşdar bûn. Ev
hejmareke gelek mezin e bo paytextê Yewnan. Piraniya Kurdên
ku li vî bajêrî dijin, di şevê de beşdar bûn.
Kurd, bi serbilindî piştî ewqas salan, Komara Mahabad
diparêzin riya teslimiyetê ku ji İmrali destpê dike
najon. Di riya azadiyê da dimeşin, dîroka xwe, û Kurdistana
azad diparêzin.
Şev bi Ey Reqib dest pê kir. Dûvre axaftinek
bi kurdî û yewnanî li ser bûyera Mahabad û her çar beşên
Kurdistanê hat xwendin. Şeva bîranin ji hêla şeş
partî ( PSK, PDK-İran.YNK, PDK-Iraq, PDK Bakûr, YEKİTİ-S)
û Komela xwendevanên Kurd hat amade kirin. Dengbêj Ciwan
ji hêla Agirî û Koma niştiman bi bernameyeke çandî
dilê mêvanan şa kir. Şev bi serfirazî derbas bû.
Kurd û hêzên kurda bêtir nêzikî hevudu bûn.
Dema Nû / Atina