Kerkûk ya kurdan e, li ser bazarî nabe

Televîzyona Libnanê bi serokê PDK Mesûd BARZANÎ ra li ser pirsa Kerkûkê hevpeyvinek weþand. Barzanî careke din rave kir ku Kerkûk bajarekî kurdan e, li ser bazarî û guftugo nabe. Barzanî weha dibêje: "Bi min weha ye ku Tirkiye hêvî dike ku Kerkûkê wek bingehekî ekonomîk bi kar bîne û iddîa dike, dibêje Kerkûk di destê kurdan da be ew ê di pêþda dewleteke kurdî ya serbixwe avakin. Ew wer bawer dikin ku kurd bêî Kerkûk nikarin dewletekê avakin. Lê ev dîtin ne rast e, ji binî va þaþ e. Me li hev kirîye Kerkûk di destê kurdan da be jî, petrola wê di destê hukumeta merkezî da be".
Li ser pirsa gelo hêvîya we ji bo dewleteke serbixwe nîne? Berzanî "Ev mafekî meþrû ye, em realîst in, li gor þert û zirûfan tevdigerin. Lê têkoþîna ji bo vî mafî jî wê berdewam be""

Li ser pozbilindî û tehdîtên Tirkiyê Sekreterê giþtî yê YNK Celal Talabanî jî bi hiþkî bersiva Tirkiyê da û got "Eger Tirkiye deftera Kerkûkê veke em ê jî deftera Diyarbekirê û bajarên din bînin rojevê. Bila kes li ser pêþeroja me û Iraqê dûv hisabên xeyalî meçe. Bila cîranên me têkilî me nebin, bi dostî û cîrantiyeqe qenc nêzîkî me bin.

Di dema ketina nav Kerkûkê da ew aloziyên ku di navbera PDK û YNK da çêbûbûn, hatin derbaskirin nêzîkbûna herdu hêzan dilxweþîyeke mezin di nav kurdan da peyda kir.