
Serokê Kurdistana Federe Mesûd
Barzanî
û serokê Amerîkayê Bush hevdu dîtin
Herdu serokan
piþtî hevdudîtinê di civînek
çapmeniyê de qisekirin.
Serokê Kurdistana Federe Mesûd Barzanî û
Serokê DYE Bush roja sêþemê li Koþka Sipî hevdu dîtin. Herdu
serokan piþtî hevdudîtinê civîneke çapemeniyê de jî
qise kirin.
Mesûd Barzanî di vê dîdarê de bi cilubergên
kurdî û bi axaftina zimanê kurdî du sembolên kurdî yên netewî
derket pêþberî gelê Amerîkayê. Serok Bush jî îþaret bi cil
û bergên kurdî kir û ji serok Mesûd Barzanî re peyva “President”
bi kar anî.
Barzanî jî di axaftina xwe de, spasîyên xwe
û gelê Kurdistanê pêþkêþî Bush kir ji bo serweriya wî ya
bi cesaret di þerê dijî Iraqê de. Barzanî herweha ji hemû
jin û mêrên xas yên ku bi wêrekî li dijî rejima dîktatorekî
zalim canê xwe feda kirine sipasîyên xwe pêþkêþî kir û ji
malbatên eskerên amerîkî re yên ki di þerê Iraqê de hatine
kuþtin serxweþî xwest. Barzanî di axaftina xwe de got "Eger
em di armanca xwe de paþve gavan bavêjin, û bi biryar nebin,
terorîst wê xwe bigihînin heta ber deriyê me û deriyê we
jî û li dijî me þer bikin. Lewma divê em bilî serkevtinê
iþtekî din nefikirin. Di bin serokatiya we de, bi alîkariya
ordiya Amerîkayê û gelê Amerîkayê, pêþmergeyê qehreman,
gelê Iraqê biþtî û gelê Kurdistanê bi taybetî, qet þika
min tune ku di dawiyê de emê bi serkevin."
Dîdarên resmî yên serokê Kurdistana Federe di gel serwerên
hukumeta Amerîka û endamên Kongreya Amerîka wê dewam
bike. Piþtî gera Amerîkayê Barzanî wê bi heyeta xwe
ve derbasî Ingilîstanê bibe.