Serokê Kitêbxaneya Kurdî
Nedîm
Dagdevîren wefat kir

STOKHOLM-03-03/2007- Serokê Kitêbxaneya Kurdî ya Stokholmê Nedîm Dagdevîrenê ku demek e ji ber nexweşiya kanserê dihat derman kirin îro li Stokholmê wefat kir. Nedîm Dagdevîren di damezrandin û rêvebirina kitêbxaneya kurdî de xwedî ked û xizmeteke berbiçav . Kitêbxaneya kurdî ya ku di sala 1996-a de hate damezrandin, wek navendeke dokumentasyonê, heta nuha bi hezaran pirtûkên bi zimanê kurdî û yên li ser kurdan kom kirine. Ew li Stokholmê bûye dezgeyekî çanda kurdî giring. Nedîm Dagdevîren wek damezrêner û berpirsê pirtûkxaneya kurdî di nav kurdên Swêdê de û herweha di nav derdorên kulturî yên swêdî de kesekî naskirî .

Wefata Nedîm Dagdevîren di nav kurdan de ciyê xemginiyeke mezin. Bila serê malbata , dost û hevalênn û gelê kurd sax be.

 
© 2001-2007 Roja Nû