Newroz li Stokholmê bi
þahiyeke mezin hat pîroz kirin
Li Stokholmê Newroz bi beþdariya 3000 kesan û
bi þahiyeke mezin hat pîrozkirin. Newroza îsal
bi coþeke mezin, bi hêviyeke xurttir ya ji bo nêzikbûna
rojên azad hat pîrozkirin.
Ji ber ku van rojana li Iraqê û Kurdistana Iraqê
þerekî mezin diqewime çavê kurdên
dervayî welat li ser bûyer û qewimandinan e. Miletê
me di nav rojên dîrokî yên gelekî
giring ra derbas dibe. Li aliyekî hêza herî mezin
ya cîhanê li dijî dijminekî xûnxar
ango rejima Saddam þerek destpêkirîye, li aliyê
din dewleta tirk tehdîda dagirkirina Kurdistana baþûr
dike. Hêzên sereke yên cihanê nerazîbûna
xwe nîþan dan li hember planên dewleta tirk ku
dixwaze Kurdistana baþûr dagîr bike. YDA (Amerîka)
YA (Yekitîya Awrûpa) NATO, Almanya, Swêd, Rûsya,
hemûyan Tirkiye þiyar kirin ku nekeve Kurdistanê.
Di þahiya Newrozê da beþdaran li ser xeber û
nûçeyên xweþ hevdu agadar dikirin, þabûna
xwe hevra parvedikirin. Tirsa ku Amêrîka bi Tirkîyê
re li ser hesabê kurdan bazariyeke qirêj bike hema bêje
êdî nemabû. Lewma jî kurd vê Newrozê
da bêtir bi hêvî û dilþa bûn.
Þahiya Newrozê bi bernameyeke zengîn heta nîvê
þevê dom kir û bi serfirazî dawî anî.
Wek hersal îsal jî Federasyona Komeleyên Kurdistanê
þahiya Newrozê lidarxist.
|