Apocîyan êriþî ser þevên Newrozê
kirin
Kurdên Awropayê wek hersal îsal jî li çaralî Awropayê dest bi pîrozkirina
NEWROZê kirin.
Þahiya pêþin li Berlînê çêbû (15 Adar 2003). Apociyan bi ço û zincîran
êriþ anîn ser vê þeva Newrozê, û Þivan Perwer. Bi qasî sî (30) kesî
bîn. Van kesana bi slogana "Bijî serok apo" êriþî ser
sehnê û Þivan Perwer kirin. Lê parêzgeran û xelkê di salonê de bi
dengekî bilind û bi slogana "Bijî Azadîya Kurdistan!"
ew bêdeng kirin, û ji salonê avêtin der. Apociyan nikaribûn þevê
belav bikin. Li gor agahdariya ku me ji berpirsên þeva Newrozê standiye,
þahiyê, li gor bernama xwe dewam kir heta dawiyê. (1)
Piþtî þeva Berlînê, li Parîsê
jî xwestin þahiya Newrozê belav bikin. Li vir
kurdên welatparêz bêtir bi tedbîr bûn
û lewma ew bernedane hundir.Vê carê jî wek
grûbeke mezin hatibûn ku êriþî ser
civîna Newrozê bikin, lê di wê daxwaza xwe
ya xirabiyê de bi ser neketin.
Wek tê zanîn van rojana li seranserî Awropayê kurd bi hevra li
dijî planên Tirkiyê ên dagirkirina Kurdistana Iraqê gelek meþ û
mîtîngên mezin pêktînin. Çalakiyên kurdan di mediya dinyayê da cîyekî
giring girt û bû dengekî gelekî baþ ji bo piþtgirîya Kurdistana
Baþûr û li dijî niyeta xirab ya dewleta tirk. Dewleta tirk ji meþ
û mitingên kurdan aciz e, xuyaye PKK/KADEK jî acize, lewma êriþî
ser þevên Newrozê dikin. Gelê kurd li baþûr van rojana bi
hazirîya þerekî mezin ve xerîk e, bi ihtimala îþxalkirina Kurdistan
azad ji alî dewleta tirk ve meþxûl e, apocî jî bi êriþen ser kurdan...
Her kurdekî xwedî piçek hiþ û aqil yekser tîne bîra xwe ku li ser
kurdan dîsa lîstik tên lîstin. Ma jê re îzahek din heye ku ew ji
bo çi êriþî ser Newrozên kurdan dikin?
Di derheqê êriþên apociyan de Partiya Sosyalîst a Kurdistan beyanek
belav kir. Di beyanê de ji serokatiya PKK/KADEK tê xwestin ku dev
ji van kiriyaran berdin, eger ev xirabî ne bi daxwaz û biryara wan
tên kirin, gereke derhal van êriþkariyan mehkûm bikin. Di beyanê
de tê destnîþankirin ku ev êriþana tenê ji dijminên miletê Kurd
re xizmetê dikin
(1)
Derheq vê bûyerê da nûçeya malperê "Kerkûk-Kurdistane" ne
rast e, beþdarên þahiya Newrozê ne reviyan û ne çûn malên xwe çawa
ku li wir tê gotin.
Hin
malperên din yên nêzîkî PKK wek "malpera
Amudê" jî, bi þêweyê belavkirina nûçeyên
xwe ve, mîna ku dixwazin tirs û panîkê berdin
nav xelkê da ku ji meydana xebat û çalakiyên
ji bo azadiya Kurdistanê bi dûr bixin. Nûçeya
malperê amûdê weha ye:
"BERLÎN
(amude.com) - Îro li ahenga Newrozê ya Kurdên Berlînê,
3 xortên kurd êrîþî
hunermend Þivan Perwer kirin û wî dan ber lêdanê
û tembûra wî þikandin. Herwiha ew ketin nav Kurdên
beþdar û bi kabilan li xelkê xistin.
Xortekî
kurd ku beþdarî ahengê bibû, ragihand Malpera Amûdê
ku berî van êrîþan ew xort li ser maseyan sekinîn
û "Bijî serok Apo" bang dikirin. Li ser vê
yekê Þivan Perwer li wan vegerand û
wî jî got "Bijî".
Piþtî
vê gotina Þivan xortan dest bi êrîþên
xwe kirin. Ahenga Newrozê bi dawî hat û xelk reviyan
û çûn malên xwe."
Têbinî: Me bi xwe hin gotinên vê nûçeyê
bi rengê sor diyartir kir. |