PLATFORMÊ
ji serokwezîr, wezîrên derva û parlamenterên
ewropî re nameyek li ser rewşa
gelê kurd û daxwazên wan şand
Platforma kurdên Ewropayê
PLATFORM di nameyekê de ji serokwezîran, wezîrên
derva û parlamenterên ewropî daxwaza piştgirîya
gelê kurd dike.
Di nameyê de siyaseta dewletên
dagirker ên ku Kurdistan di nav xwe de parvekirine û
xasima siyaseta dewleta Tirk ya dijminane ku li hember gelê
kurd dimeşîne tê diyarkirin ku û li ser plan
û niyeta wan ya şandina leşkeren xwe bo Iraqe
balkişandinê dike. Di nameyê de ji welatên
Ewropayê tê daxwazkirin ku rê nedin dewleta
tirk ya ku di van rojan de dixwaze bi ordiya xwe bikeve Kurdistana
Başur. Ji ber ku ew bi nîyeteke xirab dixwaze têkilî
nav rewşa nû ya Iraqe bibe. Tirkiye dixwaze ew azadî
û demokrasiya ku kurdan li Kurdistana Iraqê avakirine
ji navê hilînin. Di namê de tê gotin ku
ne kurd ne jî ereb dixwazin Tirkîye leşkeren
xwe bişine Iraqe.