Sebrî Botani 19 -1998

 

Pîroznama mamosta Sebrî Botanî ji Roja Nû ra

31.05.2003

Payiza sala 1998a bû. Helbestvan û nivîskarê hêja mamosta Sebrî Botanî berî mirina xwe bi çend rojan bi riya telefonê silavên xwe ji redaksiyona Roja Nû ra þandibû û gotibû ku nikare bê Stokholmê û beþdarî þahiya pîrozkirinê bibe, lê ew ê bi minasebeta 20 saliya Roja Nû û derketina hejmara wê ya 100emîn pîroznameyekê biþîne. Mixabin mamosta piþtî demeke kurt wefat kir û ew name jî qet nehat. Me li ba xwe got yan þandiye di postê de winda bûye û negihîþtiye me, yan jî wî xwe pê re negihandiye ku binivîse. Herdu jî mimkun in.
Belê eslê namê ji me re nehat, lê van rojan (pênc sal paþê) misweddek ji reþbeleka wî gihîþte destê me. (Kek Beþîr Botanî ew reþbelek di nav arþîva babê xwe de dîtiye) Em gelekî kêfxweþ bûn, lê eynê wextê de xemgîn jî bûn... Xwezî ew xebatkar û zehmetkêþê doza azadiyê, evîndarê Kurdistanê, hostayê gotina kurmancî, îro nav me da bûya û ew jî bibûya þahidê hilweþandina rejima Saddam û guhartinên hêja ku îro li Kurdistanê û herêmê diqewimin...

Mamosta Sebrî Botanî li Norveçê dima. Ew jî di temenê xwe yê mezin da neçar bûbû û ji welat û gelê xwe dûr ketibû. Wî ji wir ji kovara Roja Nû ra maqale û name diþandin. Hin nivîsên wî di kovarê da hatin weþandin.

Em careke din mamostayê hêja Sebrî Botanî yê rehmetî bi rêz û hezkrin tînin bîra xwe û silavname û helbesta ku wî ji Roja Nû re nivîsandiye li vir diweþînin.

Haluk Ozturk
Redaktorê berpirsiyar

Bo hemû berpirs û nivîskarên Roja Nû:
Hejmara 100ê ya kovara Roja Nû li we, li xwe û li hemû xwendevanên hêja pîroz dikim. Ji Xwedê tîka dikim ku hûn bi mal û mirovên xwe ve sax û selîm û kêfxweþ bin. (S.B)

ROJA NÛ
Roja Nûya 20-salî tu
Þeng û þox û delal î tu
Tu þekr î hem jî gul î
Tu dermanê dilê kul î
Bi duristî, bi zanyarî
Xweþ-xweþ diçî bi hiþyarî
Bo dijminan tu dijwar î
Jehra serê koremar î

 

© 2001-2003 Roja Nû