Dîrokzan û mamoste
Prof.Þ
EKROYÊ XUDO
WEFAT KIR

Dirokzanê Kurd, mamosteyê hêja Prof. Şekroyê Xudo, di roja 1ê Sibata 2007an di 77 saliya xwe de çû ser dilovaniya xwe.

Prof. Şekroyê Xudo di warê dîrokzaniyê da yek ji zanyarên kurd yên herî mezin bû. Wî bi xebateke bêwestan gelek berhemên ser dîroka kurdan û Kurdistanê afirandine. Gelek lêkolînên wî bi zimanê kurdî, rûsî û ermenî hatine weşandin.(Berhemeke wî û Navenda Lêkolînên Kurdî, ji aliyê Weşanên Roja Nû li Stokholmê hatiye weşandin, bi navê: "KURDISTANA ÎROYÎN-Problemên Tevgera Netewî).

Mamosta Şekroyê Xudo bi salan di Beşa Kurdzaniyê ya li Înstîtuya Rojhilatzaniyê ya Ermenîstanê da serokatî kiriye. Ew herweha serokê Navenda Lêkolînên Kurdî jî bû li Moskovayê. Wî li vir, li kêleka karê xwe yê resmî li zanîngehê, bi hinek hevalên xwe ve xebatên akademîk û çandî organîze dikir û dimeşand.

Prof. Şekroyê Xudo  ewladekî gelê kurd yê gelekî hêja bû, wî bi xebatên gelekî hêja xwe wek pêşewayekî xebata zanyarî û akademîk li ser dîroka gelê kurd daye qebûl kirin. Em bawer dikin rojek bê li Kurdistanê bi navê mamosta Şekroyê Xudo zaningeh, dibistan, înstîtut wê bên vekirin. Ji ber kar û xebatên xwe, ew her dem hêjayî bîranîn û yadkirinê ye.

Li ser vî mirovê mezin, emekdar û hezkiriyê ziman û çanda kurdî, mirov dikare gelek tiþtan binivîse û bêje... lê em vê gavê tenê van hestên xwe ji bo wî tînin ser zar û ziman;

Mamoste Şekroyê Xudo
spas ji bo wê cehd û xebata Te bi salan kiriye!

Mamosta, em dizanin ku Te azadiya gelê kurd li baþûrê Kurdistanê bi çavên xwe dît, dilê xwe hinekî pê rehet kir. Yanî bi qasî çarîkekê be jî, Te dilxweşî dît di heqê welat da... Lê bira dile Te bi temamî rehet be, tevaya Kurdistana Te, zû an dereng wê her azad be!...

Şekroyê Xudo
bira ruhê Te şa be, ciyê Te buhuşt be!
Bira serê malabate te, dost û hevalên te û hemû gelê Kurdistanê sax be!
Şekroyê Xudo, mamostayê hêja! Herkes tê vê cihanê û rojekê diçe... Lê ciyê camêran û mirovên cimaetê zû nayê dagirtin, lewma em xemgîn in bi çûyina Te!
Mamostayê hêja, OXIR BE!...

Li ser navê Kovara Roja Nû
Haluk

© 2001-2007 Roja Nû