|

Daxuyanî
Ji giştîya gelê me yê hêja, evîndar, dilxwazên gel, welat,
muzik û hunerê re!
Ji demek dirêjve ye ku ji ber çend cuda sedeman ez ketim nava
stres, bêhntengiyake gran, bi eş û nexweşî. Deng,
hest, enerjî û hêza livbaziya min sekinîn û bi min re ketin
şerê. Lê bi doz û daxwazîya pêşeroja welat û gel,
nirxê xizmeta hezkirin û pêşxistina Muzik û Huner, min
bi heş û akil li hember hemû êş û zoriyan şer
kir û bextewar bi serketim. Min dîsa nehişt hezkiriyên
min xemgîn û hemberên min dilxweş bibin.
Li piştî gellek pirskirinên cuda Bizîşk û dermanan,
min di gewriya xwe de opersiyonek(niştarek) gran, lê
serkevtî derbas kir. Vê gavê Tendiristiya min başe û
min dest bi xebata xwe kiriye. Şivanname di rêgeh de
ye.
Spasî, Rêzî û Aştîyen xwe ji bo herkesên dost, heval
û hogir pêşkêş dikim.
Şivan Perwer
|
|