THY ji ber navê "Kurdistan"ê
malbateke kurd li balafirê siwar nekirin
Li gor ombudsmana cewazkariyê (OD) Turkish Airlines (THY)
sûcekî kriminal kiriye,divê merciyên swêdî kirina wan li ser
axa Swêdê di ber çavan re derbas bikin.
Li gor nûçeya rojnameya swêdî Svenska Dagbladet, THY ji ber
navê "Kurdistan"ê malbateke kurd li balafira xwe
siwar nekirin.
Malbata Maho, ji Kurdistan Baþûr, hîna ji zivistanê de bilêta
xwe Stokholm-Istenbol- Diyarbekir veqetandine. Roja 31ê Gulanê
ku wê li balafirê siwar bûna, Turkish Airlines jinika kurd
û zarokên wê li balafira xwe siwar nekirin, çima ku di pasaportê
de navê jinikê Kurdistan e...
Mêrê Kurdistanê Zîad Maho ji rojnamevanan re got ku Iraqa
Saddam jî navê Kurdistan qedexe nedikir, gelek kes bi
vî navî hebûn. Îcar li Swêdê li balafirxan Arlanda qedexeke
weha derket pêþ me...
Ombudsmana cewazkariyê (OD) Katri Linna, di rojnameyê
de rave dike ku Turkish Airlines sûcekî kriminal kiriye,divê
merciyên swêdî tevgera wan li ser axa Swêdê di ber çavan re
derbas bikin. Qedexe ye ku di xizmetê de, mirov li gor etnîzîta
kesan ferqê biêxe navbera wan.
Di nav nûçeyê de tê destnîþankirin
ku Tirkiye krîterên YE pêpes dike.
Li gor gelek kurdên Stokholmê dengdayina vê bûyerê
di raya giþtî ya Swêdê de, careke dî rûyê Tirkiyê
ê rastî dîyar kir, loma jî baþ bû. Riya Stokholm û Zaxoyê
di wextekî nêzîk de wê êdî di ser Tirkiyê
re nebe. Kurdên Kurdistana baþûr wê di çûn-hatina
welêt de ji pozbilindî û bêedebiya karmendên tirkan
xilas bibin.
|