.gif)

Xelata
Charles Cros ya
îsal gihîþte
Þivan Perwer
Xelata
muzîka cîhanî
ya îsal
gihîþte hunermendê Kurd Þivan PERWER. Komîteya xelatê ya Akademiya
Charles Cros, bi minasebeta CDya Þivan ya dawîn
“Min bîrîya te
kiriye” ev
xelat di roja
18ê meha 11an de li Parîsê pêþkêþî
wî kirin. Þivan ji
vê xelatê re layîq hate
dîtin ji ber
ku wî
muzîk xistiye
xizmeta azadiya milletê xwe.
Xelat
di bin parastina serokomarê Fransayê Jacques Chirac
de ji alî
komîteyekê ve hate dayîn.
Di
merasima xelat dayinê de rewþa milletê kurd
ya îroyîn,
êþ û dijwarîyên ku kurd dibînin
û hêvî û gumanên
wan ji pêþerojê û ji
cîhanê hat behskirin
û bîranîn. Herwisa di van hissîyetên kurdan
de rola muzîka
Þivan çiye hat behskirin. Þivan
jî bi axaftineke
kurt û gotina strana
”Ferman e, ferman
e, fermana me kurdan
e” spasî komîtê
û Jacques Chirac kir. Di merasimê
de Kamuran Ji-Kîkan, wek sekreterê
instituya Kurdî
û werger beþdar bûbû.
Me Birêz Kikan
li Diusburgê di þahiya 30 saliya damezrandina PSK de dît û li ser girtina
xelatê jê agadarî girtin,
wextê Þivan
tenê ji bo kiþandina
fotoyekê hebû....
Em hunermendê gelê kurd
ê mezin Þivan PERWER ji bo xelata wî ya nû pîroz dikin, û
hêvîdar in ku ew hela hê gelek xelatên
mezin bigre.
Charles Cros
(1842-1888) kî ye?
Charles Cros
ê fransî, mirovekî
ne nexwende û nenivîser bûye, lê di
warê muzîkê
de hunermendekî piralî û þareza bûye. Ew herweha þairekî hezkirî jî bûye, lê
tiþtê ku
ew li cîhanê
daye naskirin
ew e ku,
wî cara
yekemîn Gramafon îcat kirîye.
Ji
bextreþiya wî re hevalekî wî yê
nêzîk fikra
wî diziye û li
ser navê xwe qeyd
kirîye. Ango wî di þûna
Cros de xwe
wek îcatkarê Gramafonê
daye
naskirin û bûye
xwediyê patentê. Dûra hatiye tesbîtkirin
ku xwediyê
fikra gramafonê yê rastî Charle
Cros e.
Navê Charles Cros li
Akademiya Muzîkê kirine. Her sal bi nave wî ji hunermend yan
jî berhemên
hunerî yên bijartî
yên salê re xelat
tên dayîn. Xelat di bin parastina serokomarê Fransayê de ji alî komîteyekê
ve tê dayîn.
JARNAME
Dîwarekî
spî, pir mezin,
rût, tevde rût
Li ser diwêr nerdewanek,
bilind e bilind
Li ber dîwêr çilazek,
jar e jar
Zilamek ji wê
da hat, destên wî qilêr in qilêr
Hildaye destê xwe
çakûç û bizmarek, serî tûj e tûj
Glokek jî bend, saxlem
e saxlem.
Hilkiþiya
ji pêpelûkê,
bilind e bilind
Bizmarê
tûj kuta, teq
teq teq
Li ser tepelûka
dîwêr, rût e rût.
Çakûç ji
destê xwe
avît, ket ha ket
Serê bizmar, bend
avîtê, dirêj e dirêj
Bi serî ve girêda
çilazo, jar
e jar
Dîsa daket
xwarê ji
pêpelûkê, teq req
teq req
Li piþtê çakûç
û pêpelûk, giran
e giran
Lêxist çû dereke
din, dûr e dûr.
Ew roj
ev roj e, çilazo
belengazo jar
e jar
Guneho bi serê bend
ve, dirêj dirêj
Bi nazikî li
ba dibe,
dibe ha dibe.
Min ev çîrok
ji ber xwe
ve çêkir, hêsan hêsan
Bila har bibin hin kes, cidî cidî
Û ji boy ku
zarok bikenin,
biçûk biçûk.
Charles Cros
(Wergera ji zimanê tirkî: Haluk Ozturk)