|
Polatov, yek ji hunermendê þanoya bêdeng
(pandomîm) yê herî bi nav û deng bû
li Sovyeta kevin. Li dervayî sînorên Sovyet
jî dihate naskirin. Polatovê ku bi eslê
xwe kurd bû, hîmdar û rêvebirê
þanoya pandomîmê ya Rewanê bû.
Li gor gotina wî di hevpeyvînekê de (ya
ku di Roja Nû, hejmar 66, 1989, de ji alî T. Xelîl
ve hatiye kirin) navê keça xwe danîbû
Bêzar ji ber ku ji hunera pandomîmê pir
hez dikir. Di nav rêza berhemên wî de dîdemek
ji destana "Mem û Zîn" heye, dema mîr
û Memê kiþik (satranc) dilîzin û
Bekoyê Ewan fesadiya Memê ji mîr re dike...
Di wê hevpeyvînê de li ser
pirs ku çawa wisa baþ kurdî dizane, weha
bersiv dide: "Meriv gereke zendegirtî (ecêbmayî)
nemîne ku yek zimanê xwe dizane, lê gereke
meriv zendegirtî bimîne gava ku yek zimanê
diya xwe, gelê xwe nizanibe."
Arsên Polatov bavê zu zarokan
bû. Di 67 saliya xwe de ji ber nexweþiya dil wefat
kir.
|
|