|
|
Balyozxana
Tirk ya li Kolnê hewl dide ku Pêþangeha Pirtûkên Kurdî
bide qedexekirin
Yekitiya Komelên Kurdistan KOMKARê derbarî
vê helwesta qirêj ya dewleta tirk dabelavoka
jêrîn belav kir:
15-05-03
Jİ BO RAYA GİŞTÎ
Çawa ku tê zanîn, me di 6-7-8. Hezîranê 2003 an de li Almanya,
li bajarê Koln “Cigerxwîn Pêşengeha Pirtûkan a Kurdî
“ amade kirîye.
Cîgira Baylozxana Turkîya a Koln, Fatma Ünlü nameyek bo berpîrsên
sazîya ku, pêsengehê lê bê vekirinê, nivîsîye. Ew di nameya
xwe de, di derheqa çapxane û kesên ku wê di pêşengehê
de beşdar bibin, agahdarîyê dixwaze.
Dewleta Turkîya ji damezirandin û eşkerekirina Komara
xwe pê ve, zimanê Kurdî û hemû berhemên, ku bi zimanê Kurdi
hatine afirandin, qedexe kirîye, çi bi Kurdî çi bi Tirkî,
hemû film, kasêt, kovar, rojname û pirtûkên ku, dijî ideolojîya
Tirkan a resmî (fermî) ne, komkirîye, hinek ji wan jî şewitandiye
û tune kiriye.
Dewleta Turkîya, ku dixwaze têkeve Yekitîya Ewropayê, dera
ku ewê di warê dîtinîya aza, mafên mirovatîyê û demoqrasiya
pirdengî de bigije ( merhala) dewletên ewropayî, ew dicedîne,
ku dewletên ewrupayê ji jor ve bîne xwarê, ango bîne sewîya
(merhala) xwe.
Karbidestên Baylozxana bi vê nama xwe dixwazin bizanin ku,
gelo kê di pêşengeha pirtûkan de beşdar dibin, daku
pêşî lê wan bigrin. Ev jî dîsa nîşan dide, ku ew
dewletekî hevdemî nîne.Di alîkî de jî, ev kar, mudaxele ye
di karê û barên dewleta Alman, ku dewleteke serbixwe ye.
Em bangê karbidestên dewleta Tirk dikin, ku dev jê bîr û
baweriyên şaş û karên dij demokrasî berdin, qedrê
pîvekên hevdem û modern bigrin.
Em bangê hemû kes û sazîyên Kurd, Alman û Tirk dikin, ku
dijî vê helwesta nu hevdemî dengê xwe bilind bikin, her usan
jî, beşdarê Peşengeha Pirtûkan bin, ku di di 6-7-8.
Hezîranê 2003 an de, li Kolnê, li Bürgerzentrum Alte Feuerwache
çêdibê.
Komîta Rêvabirine a Giştî KOMKAR
|
|