BANG

GELÎ KURDEN WELATPARÊZ

Hûn ji baþ dizanin ku, ji bo endametîya Yekitîya Evropayê, bo Tirkîye, demek kirîtîk hatîye. Ji bo bikaribe bibe endam, Tirkîye li ser kaxizan hin guhartin û çakkirinan pêkanî. Lê belê ew guhartinên ku çêkirine li ser pirsa Kurdan tenê xapînok e, ango serpuþkirinek e. Ev guhartinan, tu caran bersîven pirsa Kurdan û hêzên demokratîkan nade. Di heqê vê yekê da HAK-PAR, di serê sala 2004 an da, li gelek bajarên Kurdistanê da, civîn pêkanîn. Di wan civînan da, daxwazên Kurdan hat tesbîtkirin. Hizr û daxwazên di wan konferansan da derkete holê, û bû raporek bi rêk û pêk.

Rapor, bi zimanê kurdî, îngilizî û tirkî hate nivîsandîn û bi hezaran kesa, sazî û balyozxanên welatên yên li Enqerê ra hate þandinê.

Ev rapor 4’ê meha çirîya pêþîn, bi heyata HAK-PAR ê ya li welat tê, tev welatparêzan va, li Brukselê wê berpirsîyarên Yekitîya Evropayê bê dayînê. Delegasiyona HAK-PAR ê, wê ji Dîyarbekirê bi otobosê va, ber bi Brukselê rêkevin. Di eynî wextê da, ango 03.10.2004 di saet 12.00-15.00 da, xwepêþandenek û konferansek çapemenî, wê di meydana Schumann Platz da bê çekirinê.

Heval û dostên delal,

Em, ser navê Komela Piþtgirîya HAK-PAR ê dixwazin, sazî û partîyên Kurdan, piþtgirîya me bikin, da ku dengê me hê zêde derkeve. Divê em hebûna xwe, nîþanê dost û dijminan bikin. Ji kerema xwe re werin, em di roja 03.10.2004, saet 12.00-15.00 li Schumann Platz xwepeþandanê da beþdarbibin. Daxwazên gelê Kurd bînen ziman. Roj, roja yekîtiyê ye, roja berxwedanê ye.

Bi silavên biratî û dostî.

Amadekar: Komela Piþtgirîya HAK-PAR’ê

Piþtgirî:
KOMKAR- Yekîtiya Komelên Kurdistan li Elmanya,
KOMKAR-Danimarka, KOMKAR-Avusturya, KOMKAR-Swed,
KOMJIN;, KOMCIWAN, IMK, Komela Nivîskarên Kurd li Swêd,
Komela Dijberên Sûchên Þer Li Kurdistanê, Yekîtiya Karkerên
KOMKAR-Ingiltere, Kurd-Hollanda, Civata Kurd Li Elmanya, Hevkar-Hamburg, Mala Kurda-Paris

 
© 2001-2003 Roja Nû