BANGA KOMCIWAN’Ê
JI CIWANANÊN KURD Û DÊÛBAVAN RE
KOMCIWAN komeleyeke ciwanên kurd e.
Xebata sereke ya KOMCIWAN’ê komkirin û mijûlkirina zarok
û ciwanên kurd bi çalakiyên wek govendên kurdî, dersên zimanê
kurdî, þano, kiþik, geþt û sportê ye.
Armanca komelê bi van çalakiyan ew e daku;
·Nasnameya kurdî li ba zarok û gencan
bête xurtkirin.
Wek tê zanîn genc û zarokên ku paþxana xwe nas dikin,dibin
xwedî nasnameyeke xweser û xurt.. Ev yek bixwebawerî, serbilindî
û piþtrastiyê dide wan. Nasnameyeke xurt û zelal þansê pêþketin
û serkevtina wan di jiyanê de zêdetir dike. Û ev pêkhatina
întegrasyonê jî hêsatir dike li ser hîmekî saxlem…
· Genc û zarok di wextê xwe yê
vala de, ji bêserûberiyê û ji mijûliyên xirab dûr bisekinin.
Ji bo ku gencên me tûþî hin nexweþiyên civakî neyên,
beþdarî kiryarên xirab û kriminel nebin, divê wextê xwe
yê vala de mijûliyên maqûl, xweþ û manedar bibînin. Dizi,
narkotîka, þîddet, demoralî û nexweþiyên wek van pêþeroja
gelek zarokan dixe nav rîskên ciddî û dibe sedemê kirîzên
giran, ku van tiþtan hîç dêûbavek naxwaze.
Loma em hêvîdar in ku bi alîkarî û hevkariya dêûbavan
þertên lêhatî ji bo armancên jorîn peyda bikin. Ji bona
peydakirina wan þertan berpirsiyarî û xebat pêwîst e. Wek
KOMCIWAN em dixwazin û xwe didin ber vî barî.
Li Stockholmê nêzîkî T-Bana Alvîk’ê lokaleke KOMCIWANÊ
heye.
Hûn bi xêr bên!
KURSÊN GOVENDÊ
DEST PÊ DIKIN
Tu ji folkora kurdî hezdikî?
Tu dixwazî betir fêrî folklora kurdî bibî?
Tu ji temenê 15 sal û berbijortir î?
Wê çaxê Tu bi xêr were civîna KOMCIWANÊ ya roja 2 û 9 meha
Nîsanê! Mamosteyê folklora kurdî Cahît û berpirsên komelê
li Alviks Medborgarhuset li benda te ne.
Katjimêr: 15:00-17:00
Dem: 2/4 û 9/4-2006
Cîh: Alviks Medborgarhus,
Gustavslundsvägen 168A, 2 tr
Ji bo cî dîtinê (adres) li lînkê bitikîne:http://kartor.eniro.se
Ji bo têkilî:
Sukrî Demir
070/ 477 84 88
fax:08-2253857
[email protected]