|
 
Sed û du saliya ji dayik bûna BARZANÎ hat
pîrozkirin
Bi helkefta bîranîna bi rûmet ya sed û du saliya ji
dayik bûna BARZANIYÊ nemir, Komîta Hevkarî ya Hêzên Siyasî
yên Kurd û Kurdistanî, Fedrasyona Komeleyên Kurdistanê
û Înisyatîva Kurdên li Swêdê, di roja 13/3/2005 de civîneke
bîranîn û prozbahiyê li darxistin. Ji herçar alî Kurdistanê
bi sedan kurd beþdarî civînê bûn û hezkirin û rêzgirtin ji
bo têkoþer û rêberê mezin ê miletê kurd nîþandan.
Civînê bi xwendina sirûda "Ey þehîdan!"
dest pêkir. Li ser navê , Komîteya PDK li
Swêd, Nûnertiya Hukumeta Herêma Kurdistanê,
Komîteya Hevkarî, Federasyona Komeleyên
Kurdistanê li Swêdê, Însiyatîfa
Kurdên li Swêdê, Partiya Komunîst
û gelek partî û rêxistinên din
gotar xwendin, yan jî mesajên xwe pêþkêþî
komîteya amadekar kirin.
Bi meþandina bernameyê re, li ser perdeya mezin
resmên mezin yên Barzanî û pêþmergeyan
hatin raydan. Car bicar parçeyên muzîkê,
stran û sirûdên þoreþgerî
hatin xwendin. Civîn bi xwendina "Ew reqîb"
giha dawiyê. Bi vî awayî Kurdan careke dî
serok û rêberê mezin Barzanî û
xebata wî ya bêhempa bi bîr anîn,
jê re rêz û hezkirina xwe nîþandan.
|
|