Dazana
Çapemenîyê:
Meclîsa HAK-PARê civîna xwe ya awarte ya sisêyan
çêkir
Meclîsa partiya me di roja 13ê nîsanê da
li ser Doza girtina partiya me û rewþa nû
ya herêma me civînek pêkanî. Di civînê
da bûyerên dawî yên li Tirkîyê
û herêmê hatin nirxandin; Doza girtinê
ya ku li hember partiya me tê kirin, hat niqaþkirin
û jê encam hatin wergirtin.
Doza girtinê ya ku li hemberî partiya me hatiye
vekirin, kêyfî ye û li dervayî hiqûqê ye...
Serokatiya Dozkariya Bilind a Komarê-SDBK- (Yargitay Cumhuriyet
Baþsavciligi) piþtî avakirina partiya me hema
bi sê hefteyan, bi lez û bez dehwa ji bo girtina wê
vekir. Me berê ji raya giþtî ra dabû xuyakirin,
ku ev tewrê han temamen pêþin-hukmî ye,
kêyfî û nehiqûqî ye. Meclisa partiya
me ev dîtin pejirandin; ji wê jî giringtir bal
kiþande ser wê zihnîyeta ku li piþt iddîayên
Dozgerê Dadgeha Bilind heye û ew iddiayên wan
yên bi xeter, bê basîret analiz kirin.
Li gor Serokatiya Dozgerîya Bilind, ji ber kupartiya
me pirsa kurdan wek pirsa bingehîn ya Tirkîyê
dibîne, û dibêje eger pirsa kurdan neyê
çareserkirin, çareserkirina pirsên din yên
Tirkîyê zehmet e, û ji bo ku dixwaze seba çareserkirina
pirsa kurdan, xêr û pêþeroja Tirkîyê
rolekê hilde ser milê xwe ew bi navê Kurd hûrgelekî
(azinlik, minorite) dixuliqîne. Nexêr partiya
me wek gotina Dozgerê Dadgeha Bilind kurdan wek hûrgel
nabîne, her çiqasî di bernama partiya me da raste-rast
nayê îfadekirin jî, ew kurdan qebûl dike
wek gelekî esasî yê Tirkîyê û
navçê ku xwedîyê dirokeke herî kevnare
ye û li vir medeniyet afirandine.
Di pêvajoya berendametîya Tirkîyê di nav
Yekîtîya Ewrûpayê (YE) da, him berdevkên
YE û him jî berdevkên Tirkîyê yên
sîvîl û eskerî li ser pirsa kurdan dikarin
bi awirên cuda raya xwe eþkere bêjin. Gereke ev
jî wek sûc bihata dîtin û esasen li dijî
wan dehwa bihata vekirin, xarîteyeke rê ya xeter bihata
çêkirin. Lê madem weha nakin, wisan e pirsa kurda
li ber çava ye, rim di çewal da bi cî
nabe, ango pirsa kurda li meydanê ye, nayê veþartin.
Serokatiya Dozgerîya Bilind ya Komarê behskirina
perwerdeya bi zimanê zikmakî wek dawîanîna
zimanê tirkî wek zimanê zikmakî fehm û
þirove dike û vê yekê wek sebebê girtina
partiya me nîþan dide. Bêguman ev dîtineke
wisa ye ku qet pevgirêdana wê bi ilmê hiqûqê
û sosyolojîyê tune.
Dîsa SDBK, daxwaza ji nûva veçêkirina
Tirkîyê li gor demokrasiya adem-î merkezî,
da ku selahiyetên navendî derbasî destê
rêvebirên herêmî yên otonom bibin,
wek daxwaza parçekirina Tirkîyê li ser herêman
þirove dike.
Hemû ev iddîa û dîtinên han cîddîyen
nîþan didin ku Serokatiya Dozgeriya Bilind xizmeta wê
zihnîyetê dike ya ku li Tirkîyê pirsan çareser
nake û naxwaze çareser bike. Partiya me vê helwesta
SDBK, bi xeter dibîne li dijî demokrasîyê,
hiqûqa demokratîk ya gerdûnî û þiroveya
wê ya erêni (pozitif) û berfireh ya navxweyî.
Partiya me bi bawerî tesbit dike ku ev dîtinên
SDBK wê di Dadgeha Qanûna Bingehî (Anayasa Mahkemesi)
da neyê pejirandin. Ji ber van sedeman û bi baweriya
ku partiya me wê neyê girtin em kar û barên
xwe yên rêxistinî geþtir dikin.
Serwerên Tirkîyê di pêvajoya endametiya
YE da tewrekî hovane, çorsane û heqaretê
nîsan didin.
Pirsa Tirkîyê ya sereke di roja îro da, demokratikbûna
wê li gor standartên YE, ji nûva avasazîya
wê û çareserkirina pirs kurd e. Dema mirov wan
dîtinên ku ji alî serwerên dewletê
û hikumetê ve tên ser zar û ziman, yan jî
niqaþên ku di medyayê da tên kirin, analîz
dike, bi hêsayî dibîne ku ew hemû ji bi
pirs kurd ve kilîtkirî ne. Herkes dibîne ku li
dervayî saha kurd, di kîjan saha maf û azadîyan
da guhartin bên çêkirin jî, wê têr
nekin û heta ev pirsa han safî nebe, ji bo çareserîyên
bingehîn wê nikaribin pêþda gavan bavêjin.
Ango heta ku li ber pirsa kurd deriyên demokratîyê
neyên vekirin, ji nûva avasazî û demokratîkbûn
ne mimkun e.
Ev rastîya hanê ye, ya ku tirs û xofê dixe
hundirê serwerên Tirkîyê, ji ber siyaseta
inkarkirin û redkirina kurdan ya ku bi salan e tê kirin
û ji ber þovenîya xwe ewana di kirin û helwestên
xwe da pozbilindî û hovtîyê dikin. Ji vê
jî wêdatir ewana di gelek dîtin û gotinên
xwe da kurdan piçûk dixin. Ew îddîa dikin
û dibêjin ku zimanê kurdî ne zimanê
zanistê (îlim) ye, di TV da weþana bi du saetan
bes e. Ev dîtinên han li dijî hiqûq û
heqanîyetê ne.
Ji ber ku partîya me tesbît kir ku bi helwest û
zihniyetên weha, di serî da pirsa kurd, pirsên
din jî nikarin bên çareserkirin lewma hate avakirin.
Partiya me, di serî da pirsa kurd, çareserkirina hemû
pirsên mayîn jî hêsa dibîne li gor
raçavkirina sîstemên sîyasî û
îdarî yên welatên YE ya ku Tirkîye
jî dixwaze bibe endam.
Heta ku pirsa kurd û filistînî neyên çareserkirin, li herêmê
aþtî pêk nayê.
Pirsa kurdan û ya fîlîstînîyan, ne tenê li herêmê li hemû cîhanê
du pirsên netewî û civakî yên herî balkêþ in. Heta ku ev herdu pirsên
bingehîn neyên çareserkirin-çawa ku di bûyerên dawin yên Israil
û Fîlîstînê da careke din jî dîyar bû, aþtî nayê herêma me. Meclîsa
partiya me bûyerên dawîn yên li Filistîn û Israîlê nirxand.
Meclîsa partîya me tesbît kir ku Îsraîl
bi navê serê dijî terorîzmê ketîye
nav êriþeke bê denge, neheq û xeter; û
xasima testnîþan kir ku bi terora Îsraîlê
ya dewletî û terora fîlîstînî
ya sîvîl û rêxistinî pirs nayê
çareserkirin, serda jî pirsê bêtir tevlihev
dike, çareserkirina wê dijwartir dike. Gereke herdu
alî jî rojekê zûtir dest ji þîdetê
berdin.
Meclîsa partiya me bêxemîya serwerên fîlîstînî
li hember doza kurdan û nêzîkbûna wan ya
bi rejima Iraqê re wek neyînîyekê destnîþan
dike, lê dîsan jî kurd ji ber ku bi xwe miletekî
mazlûm in, bi awayekî sirûþtî heq
dibîne ku mafê fîlîstîna li ser axa
xwe bi qasî mafê miletê cihû heye.Û
tesbît dike ku, meþrûqebûlkirina hebûna
Îsraîlê ji alîyê dewletên erebî
û fîlîstînîyan ve wê bibe kilîta
çareserkirina pirsê.
Ankara, 18.04.2002
Abdulmelîk FIRAT
SEROKÊ GIÞTÎ YÊ HAK-PAR
................................................................................................
(Belavok ji alî
Haluk Özturk ji tirkî hatîye wergerandin.)
|