Erdhêjana Bîngolê
Ewqas telefat ne qeder e, lê
ji bê tedbîrîyê ye
Bîngolcardin bi ber zilzilê ket.
Roja Yekê Gulanê ber bi sibê erd hejîya,
bi dehan avahî hilwesîn, yek ji wan mekteba
zarokan bû. Ji nuha va ji sedî zêdetir
mirî, ji 500´î zêdetir jî
birîndar heye. Gelek kes jî hîn di bin
pagan da ne û tirs ev e ku mirî û birîndar
zêde bin.
Li Tirkîyê û Kurdistana
Bakûr zilzile salê li cîyekî dixe.
Li Kurdistanê di van bîstî- sî salên
dawî da gelek cî di erdhêjanê da
hilwesîn û bi hezaran can telef bûn. Gelo
çima usa ye? Eva qeder e? Qe nebe ji bo kêmkirina
xisaretê çare tune?
Helbet, meriv nikare pêþî
li erdhêjanê bigre, lê dikare tedbîrên
baþ bistîne û xisaretê kêm
bike. Bi taybetî li cîyên ku li ser xeta
erdhêjanê ne.
Berî hertiþtî jî divê
xanî li cîyê saxlem bêne avakirin
û baþ bêne avakirin. Li welatên
wekî Japonya ku tedbîr hatine stendin di erdhêjanên
herî xurt da jî telefat kêm e. Di erdhêjanên
wek ya Bîngolê da, ku hêza xwe 6,4 çar
e, avahî hilnaweþin û telefata can çênabe.
Li Tirkîyê jî ev tiþt
bi salan e têne qisekirin, lê dewlet û
hukumeta Tirk tedbîr nastîne.
Dewleta Tirk perê xwe bo sîlehan,
bo ser serf dike. Bo xibarbkirinê, ne bo avakirinê.
Ev bîst salê dawî di serê
dijî Kurdan ê qirêj da ji sed mîlyar
dolarî zêde pere rijandin. Bo çi? Bo
þer û bin kirina welatê me. Çar
hezar gundê me þewitandin û hilweþandin,
30-40 hezar însanê me kuþtin, çar
mîlyon mirove me koçber kirin; bê mal,
bê erd, bê kar û bê nan û
av hiþtin.
Lê dikaribûn bi vê mesrefa
mezin him ji erdhêjanê ra jî çare
bibînin, xanîyên baþ avakin, him
jî ji gelek derd û pirsên dinê ra,
wek xweþî, perwerdegarî çare bibînin
û xelkê bikin xwedî nan û kar.
Lê dewleta Tirk hatina welat û
millet di rîya xirab da serf dike, ordîyeke
mezin û hêzeke polês ê mezin xwedî
dike, dijî Kurdan, heya dijî Tirkan... Ew hatina
welat û millet dide balafir û keþtîyên
ser, dide tank û top û roketan...
Ango di erdhêjanan da ewqas zirar, ewqas
telefat ne qeder e, çare jê ra heye; lê
ev dewlet dewleteke xirab e, ji van pirsan ra çare
nabîne, serda jî welatê me bi destê
xwe ser û bin dike. Bi hezaran gundê me, û
bi dehan bajarê me bi destê xwe xirab dike.
Heya piþtî vê erdhêjanê
jî dîsa êrîþê ser xelkê
me kirin, sîleh berdan, panzer ajotin ser, lêdan,
ji ber ku xelk li der, di sermayê da mabû û
çûbû li pêþîya vîlayetê
kon û battanîye dixwast û acizîya
xwe nîþan dida.
Heya ku ev dewlata zalim û zordest,
ew hêzên þovîn, nijadperest û
mîlîtarîst li ser hukum bin, ji Kurdan
ra jî Tirkan ra jî, ango ji gel ra rehetî
û rindî tune.
Lê ev sazûmana zordest jî
rojekî wê hilweþe wek ya Sahê Îranê
û wek ya Saddam; þik tune.
Bila serê xwîþk û
birayên me yên Bîngolî sax be, ku
mirovên xwe di vê erdhêjanê da winda
kirin. Her usa jî em daxwaz dikin ku herçî
birîndar rojkî berê xweþ bin.
Partîya Sosyalîst a Kurdistan
2 Gulan, 2003