Beyana
PSK:
Ev
guhartina mezin ji gelê Iraqê û ji Kurdan ra pîroz be!
Bi Şerê Kendavê ya dawî sazûmana dîktatorî
ya Iraqê hilweşî, hêzên xwe belav bûn û berpirsîyarên vê sazûmana
hov jî revîyan.
Bila ev ev serketin ji hêzên Koalîsyonê û gelê
Iraqê ra pîroz be!
Çend
bajarên Kurdistanê yên başûr, Kerkûk, Xanekîn, Mûsil û yên
dinê, ku heya nuha di destê dagirkeran da bûn, bi destê hêzên pêşmergeyên
Kurd rizgar bûn.
Bila
ev serketinjî ji bo gelê me yê Kurdistana Başûr û ji bo hemû
Kurdan pîroz be!
Em,
wek Partîya Sosyalîst a Kurdistan ji van bûyerên pîroz gelek dilşa
ne.
Em hêvî û daxwaz dikin ku rojkî berê hêzên
sazûmana kevnare bi temamî bêne bêdengkirin û paqijkirin, li gund
û bajarên Iraqê û li Kurdistana Başûr dawîya hin xirabîyên
wek talan û dizîyê bê girtin û aramî pêk bê. Xelkê ku di dema dîktatorîyê
da ji cî û warê xwe hatibû derxistin, wek Kurdên Kerkûkê û Kurdên
Feylî, divê rojkî berê vegere ser axa xwe û birînên wan bê dermankirin.
Divê berpirsîyarên sazûmana dîktatorî yên ku
sax mane bêne mehkemekirin û ji wan hesabê curm û cenosîdê,
ya enfalê bê pirsîn.
Em
hêvî û daxwaz dikin ku rojkî berê hukmeke teze ava be ji xelkê Iraqê,
ew Kurdan û Ereban, her usa jî hûrgelan temsîl bike û ji bo avakirina
sazîyeke demokrat û federal kar bike. Pirsa Kurd jî li ser esasê
federalî û aşitîyê çareser be. Gelê Kurd li Kurdistana Başûr,
wek îro xwedî parlamen û hukumeta xwe be, her usa jî di hukma merkezî
ya Bexdayê da hevbeş be.
Di
dahatûyeke nêzik da hilbijartin çêbe û bi rê olaxên demokratîk him
li temamîya Iraqê, him jî li Kurdistanê parlamen û hukumeta teze
ji nu va avabe.
Ev
sazîya demokrat û federal bibe nimûneyekî baş ji bo temamîya
Rojhilata Navîn.
Bila
Tirkîye û dewletên din yên heremê, têkilî karê Iraqê û Kurdistanê
nebin, bi destê hin hêzên xirab tevnedin. Hêzên êrîşger li
Tirkîyê û destikên wan ên li Kurdistana Başûr, ji nuha va gelek
xirabîyan dikin. Bona vê yekê jî divê yekitîya hêzên Kurd xurt be,
li ser pirs û pirsgirêkên netewî bi hevra hereket bikin, bi hevra
dirist bin, da ku rê nedin hêzên xirab ku prowokasyonan pêk bînin,
Kurdan careke din berî hevdin û têkilî karê Kurdistana Başûr
bin.
Tirkîye
û ew dewletên heremê yên din jî, divê êdî sîyasetên xwe yên kevnare
biguhurin, pirsa Kurd li ser esasê dadî û wekhevîyê çareser bikin
û ne bi derewan, lê bi rastî bibin welatên demokratîk.
Kemal
Burkay
Sekriterê
Giştî yê
Partîya
Sosyalîst a Kurdistan
14
Nîsan, 2003
|