PSK:
"Em ne parsek in, mafên xwe yên
netewî, demokratîk û mirovî dixwazin
Partîya Sosyalîsta Kurdistan-PSK, li ser destpêkirina
“Weşan Bi Ziman û Zaraveyên Cuda” di, Radyo û Televizyona
Tirk-TRT da, daxuyanîyek bona çapemenîyê belav kir. Daxuyanîya
PSK bi vî awayî ye:
Ji bo Çapemenîyê
Em
Ne Parsek İn, Mafên Xwe Yên Netewî, Demokratîk Û Mirovî
Dixwazin
Di
roja 7’ê Xezîranê, di Radyo û Televîzyona Tirkî-TRT da “Weşan
Bi Ziman û Zaravayên Cuda” destpêkir. Gor qanunê ku bona vê
yekê derketiye, “Weşan Bi Ziman û Zaravayên Cuda” girêdayî
bi hezar şart û şurt e. Ne hemu radyo û televîzyonê,
tenê radyo û televîzyonên seranserî dikarin bernameyê “Bi
Ziman û Zaravayên Cuda” biweşînin. “Weşan Bi Ziman
û Zaravayên Cuda” di rojê da 15 daqiqe ye û ji bo radyo û
televîzyonên heremî qedexe ye. Her usa amade kirina bername
bona hînkirina zimanek bilî ji zimanê tirkî jî, hatiye qedexe
kirin.
Karbidestên dewleta Tirk û hinek rojnamevan û nivîskar ev yekê wekî “şoreşek”
nişan didin. Ku rastî beravejî wî ye. Bi ve yekê ve,
bi revabirên dewleta Tirk tinazê xwe bi gelê me dikin.
Bo hemu kes eyan e, ku li Tirkiyê, di parlamentoya vê welatê da, bona endametîya
Yekitîya Ewropa (YE) gelek zagon hatin pejirandin. Lê belê
qanûn ku hatine pejirandin, di amelê de ne hatin bi kar anîn,
li ser kaxizê man, ji bona xapandina YE û sazîyên navnetewî
bûn. “Weşan Bi Ziman û Zaravayên Cuda” jî yek ji wan
gavan e, ku bona xapandina bîrûrayê netewî û navnetewî hatiye
avêtin.
Ji
xwe karbidestên TRT jî vê yekê îtîraf dikin. Serokê Komîta
Bi Rêva Birina TRT dibêje, ku “di 12’ê Xeziranê da, YE derbareyê
endametîya Tırkîyê, dest bi nivisandina rapora xwe dike.
Weşan Bi Ziman û Zaravayên Cuda jî ji bona vê ye”. Gotına
serokê TRT û rûyê rastîya hukumeta Partîya Dadî û Pêşketînê
(PDP) jî eşkere dike. Nişan dide, ku hukumeta PDP
jî wekê hukumetên berê, nexwazin demokrasî û azadî li welatê
da cîgîr be, hemu hewl û xebata wî jî xepandina gel e, xepandina
bîrûrayê navnetewî ye. Dide xuya kirin, ku karbidestên Tirkiyê,
ku bona 200 sed hezar Tirkên Qibrisê konfererasyonê dixwazin,
bona “hevwelatîyên xwe” Kurd, ku hêjmara wan bêtirî 20 mîlyon
e, tenê bernameya15 deqiqayî reva dibînin.
Gelo
dewleta Tirk dikare di vê karê xwe da serkeve, bîr û ray û
sazîyên navnetewî û YE bixapine, an na? Em nizanin. Lê em
dizanin, ku dagirkerên Kurdistan, nikarin gelê me bixapinin.
Divê dewleta Tirk pişt rast be, ku gelê Kurd heya bi
dest xistina mafên xwe yên netewî û demokratîk, heya bi dest
xistina wekhevîyê, wê kar û xebat bike.
Divê hikumeta Tirk, dev jê xepandina bê berhem û encam berda. Bona, ku rîya
çareser kirina pirsa Kurdî û endametîya YE vekê, pengavên
jêrî bavêje:
1- Divê Qanuna Bingehîn, ku berhema serdema faşistî ya 12 Îlone ye,
bê betal kirin. Şuna wî qanuna esasîyeka nu, ku têda
hebûn û mafên gelê kurd jî cî bigrin, were amade kirin.
2- Divê hemû bîr û bawer, ku zor û zordarîyê bi kar naynin, azad be.
3- Mafê perwerdeyî bi zimanê kurdî di hemu qonaxên perwerdeyî da bê nasîn.
4-Divê bê qeyd û şert, di radyo û televîzyonê da bernameya Kurdî bê weşandin.
5-Sazîyên wekî JÎTEM, Timên Taybetî, Parezvanên Gund (çaş), ku berhema
şerê kîrêt û ne heq in, bên betal kirin.
6- Damezrandina partîyên Kurdî azad bin.
7- Divê dewlet deste xwe ji bîr û bawerîya olî bikşine. Çi Xaçparêz, çi
Cuhî, çi Alevî, çi Yezîdî, hemû bawermendan, di warê bi cî
anîna erkê xwe yên olî da azad bin.
8- Divê bê qeyd û şert, lê borîneka gîştî (afu giştî) bê îlan
kirin.
07.06.04
PSK - Partîya Sosyalîsta Kurdistan
|