Ji
bîr û raya giştî
ra
Li Parîsê, di roja 18.10.2003 an da,
çend endamên PKK, êrîşek anîn ser welatparêzek, bi navê M.
Kurt. M. Kurt endamê KOMKAR-Fransayê ye û li Parîsê karxana wî
heye. Çend rojek berê, ev kesana hatine cem M. Kurt û ji wî bî
navê alîkarîyê xerac xwastine. Lê M. Kurt xeracê nedaye wan. Ev
kesana ew tehdît kirine û eşkere kirine, ku divê herkesek
pere bide PKK. Ger nedin, ew dikarin bi awayekî dinê ji wan pere
bistînin. Û çend roj paşê jî êrîşê li ser M. Kurt kirine
û ew birîndar kirine.
Ev êrîşa dawî jî nîşan dide, ku PKK-KADEK, dev jî sîyaseta
xwe ya qirêj bernedaye, wek berê Kurdên ku ne alîgirên wî bin,
bi wî ra kar nekin û pişgirîyê nîşan nedin, dijmin dihesibîne
û dixwaze bi zorê ji wan xerac berhevbike. PKK-KADEK ev çend sal
in, ku li ber dewletê stûyê xwe xar kiriye, ji hemû doz û daxwazên
xwe dest kişandîye û vê yekê jî wek xwe nûkirin nîşan
dide. Ji alîyê din va jî êrîşan tîne ser welatparêzên Kurd.
Bi navê netewa Kurd karên sîyasî kirin, divê bi şeref û bi
heysîyet be. Kar û bar, gotin û amel, divê bi vê yekî ra hev bigre.
Di sîyaseta durist da tehdît kirin, êrîş anîn, xerac komkirin
tunne. Ev tiştana sîyasetê qirêj dike. PKK, bi salan wan
tiştana kir û sîyaseta welatparêzîye qirêj kir. Ev êrîşa
dawî jî, di zincîra qirêjbûna PKKyê da helqeq zêde kir.
Divê hemû kes û hêzên welatparêz, dijî qirêjkirina sîyaseta Kurd
derkevin; dengên xwe bilind bikin. Divê bê zanîn, ku bêdeng mayîn,
êrîşkaran curettir bike.
Komîta Derva ya PSK