

Bibîranîna Şêx Saîdê Nemir
Li KÜRT-KAVê
STENBOL
- Şêx Saîdê Nemir û hevalên
wî, di 80emîn salvegera dardakirina xwe de li avahiya KÜRT-KAVê
bi civînekî hatin bibîranîn. Di civîna bîranînê de ku li
Stenbolê 25ê Hezîranê çêbû, nêzîkî 70 kes beşdarbûbûn.
Civîna bîranînê bi rawestandina deqîqeyekî
rêzgirtinê ya ji bo hemî şehîdên Kurda destpêkir. Piştî
rawestandina rêzgirtinê, endamê rêvebirîya Weqfa Çand û
Lêkolînî ya Kurdî (KÜRT-KAV) Fehîm Işik, li ser navê
Weqfê qisekir. Işık di kurtegotinê xwe de ji girîngiya
xwedîlêderketina dîroka Kurdî behs kir û weha got: “Em dizanin,
xwedîlêderketina dîroka Kurda, bîranîna Şêx Saîdê Nemir
û hevalên wî ne layiqî civînekî bi vî rengî ye. Divê em
bi hezaran ve xwedîtiya diroka xwe bikin. Lê ev jî rastiye,
ku biqasî ku em dizanin heta niha li Tirkiyê tu civînekî
an jî çalakiyekî bi vî rengi ya ji bo bibîranînên Şêx
Saîd û hevalên wî nehatine çêkirin. Ev yekemîn car e ku
KÜRT-KAV, li Stenbolê civînekî bi vî rengî çêdike. Bêgûman,
li hember hemû kêmasiyên me, em dîsa jî biserketî ne. Ray
û ramanê me çi dibe bila bibe, divê em vê yeka baş
bizanibin ku em hetanî li dîroka xwe xwedî dernekevin, keda
yên beriyan me bibîrneynin, em nikarin biserkevin jî.”
Piştî axaftina Fehîm Işik,
beşdarvan, slaytên ku ji alî rêvebiriya Weqfê ve hatibû
amadekirin, temaşekirin. Piştî temaşekirina
slaytê, axaftvanên civînê ciyê xwe girtin û ray û raman
û zanînên xwe ji beşdarvanan re gotin.
Beşa panelê de, Sekreterê Giştî
ya KÜRT-KAVê Latîf Epozdemîr wekî moderator, neviyê Şêx
Saîd Kasim Firat û nivîskar û lêkolînvan Faîk Bulut jî wekî
panelîst axivîn. Ewil axaftvan, birêz Firat bû. Firat di
axaftina xwe de bi piranî li ser rewşa sosyolojîk û
siyasî ya li malbata Şêx Saîd, rawestiya. Her weha
Firat, ji hin bîranînên taybetî ya malbata xwe jî ji beşdarvanan
re got. Firat di axaftina xwe de weha got: “Bila herkes
baş bizanibe ku Şêx Saîd beriya serîhildanê gelek
maldar bû. Hisaba mal û mulkê xwe nizani bû. Eger Şêx
Saîd hem li pêy azadiya milletê Kurd û hem jî li pêy azadiya
ola xwe neketibana, ew bi zar û Zêçê xwe ve, bi eşîr
û terîqa xwe ve dikaribû bi awayekî gelek rehet bijiya.
Lê mixabin hetanî îro jî ev serîhildana Kurda bi awayekî
rêk û pêk nehatiye lêkolîn. Herkesekî tiştek dibêje,
ji her devekî gotinek derdikeve. Hin kes dibêjin, ‘Tevgera
Şêx Saîd, tevgerekî olî ye’. Hin kes dibêjin, ‘Ew lîstokvanê
emperyalîstan bû’. Em gotinên neyarên Kurda fehm dikin,
ew dikarin diroka me çewt nîşan bidin. Lê Kurd nikarin
ev tevgera bi devê neyarên Kurda şirove bikin. Yek
rastiyek qaîm û xurt heye: Şêx Saîd Kurdperwerek bû
û ji bo azadiya milletê xwe pêşengi li serîhildanê
kir. Tiştekî balkeş e, dema biryara dardakirina
wî didin, ew gotina xwe ya dumahî de behsa ola xwe dike
û dibêje, ‘Herkesekî li Xewedayê xwe bawer e divê îbadeta
xwe jî bike.’ Em dizanin ku îbadetên Îslamê, hec û nimêj
û zekat û rojî û kelîme-î şehadet e. Şêx di şertên
herî zor de jî, di şer û zindanê de jî, hemû îbadetên
xwe yê Tên zanîn bi cîaniye. Tû kes jê re asteng nebûye.
Lê ew, serîhildana li hember nehaqiyê, serîhildana ji bo
azadiyê jî, wekî îbadetekî dîtiye.” Firat, di axaftina xwe
de behsa demokratîkbûna tevgerê jî kir û gelek mînakên balkeş
jî got.
Piştî Firat, lêkolînvan
Faîk Bulut dest bi axaftina xwe kir. Bulut di axaftina xwe
de weha got: “Di dîroka serîhildana Kurda de hinek bûyerên
girîng hene. Em ku vana bi awayekî zanistî şirove nekin,
nikarin dîroka xwe jî lêbikolin. Di serîhildana 1925an de
tiştê herî girîng ya ji serîhildanên beriya xwe ev
e ku, serîhildana 1925an ji yên beriyên xwe herî moderntir
e. Serîhildana 1925a tenê bi eşîr û malbatekî ve girêdayî
nîne. Ne tenê tevgera gundiya an jî beg û şêx û maldara
jî nîne. Pêşengiya vê tevgerê, tenê rewşenbîrên
Kurd jî nekirine. Ev der û dorên ku me behs kirin, hemû
di nav serîhildanê de nin. Ev jî bi me dide diyarîkirin
ku li pêy vê tevgerê rêxistinekî modern heye. Em dizanin
ku Cemiyeta Azadiya Kurd (AZADÎ) beriya serîhildanê hatiye
damezrandin. Ji bo damezrandina AZADÎ yê, gelek tarîx û
behsên ji hev cûda hene. Lê ji bo bername û daxwazên AZADÎ
yê çi tiştê ji hev cûda tûne ye. Di hemû belgeyên AZADÎ
yê de, daxwaza pêşketin û xweseriya milletê Kurd bi
awayekî eşkere dixwuye. Mirov ku eger belgeyên AZADÎ
yê bigre ber çavên xwe, dibîne ku tevgera Şêx Saîd
ji rêxistina AZADÎ dûr nîne. Em vê nerînên xwe dikarin bi
gelek mînakan ve xurtbikin.” Bulut di axaftina xwe de li
ser hin bûyerên dîrokî jî rawestiya û weha domkir: “Em nikarin
hin bûyerên dîrokî tenê bi aliyên wan ên xerab bibînin.
Di dîrokê de tu tişt tenê reş an jî spî nîne.
Ev nêrîn, ji bo Alayên Hemîdiyê jî weha ye, ji bo Mektebên
Eşîran jî weha ye. Xalid Begê Cibrî di Alayên Hemîdiyê
de bû û her weha Mektebên Eşîran jî xilas kirî bû.
Lê ew, damezrênerê AZADÎ ye bû jî. Sedema dardakirina wî
û ya Yusuf Ziya Beg jî tenê milletperwerî ya wan bû.”
Latîf Epozdemîrê ku moderatorê
civînê bû hem di navberê de hem jî di dawiya axaftinan panelîstan
de çend helbestên li ser Şêx Saîd û hevalên wî xwend.
Piştî axaftinan, beşdaran jî ray û ramanên xwe
gotin. Ji beşdaran Omer Agin û Hîkmet Bozçali jî axivîn
û behsa hin bûyerên taybetî kirin. Serokê Weqfê Mehmet Celal
Baykara jî li ser pêywendiya navbera eşîrên Kurdên
Elewî û Şêx Saîd rawestiya û hin mînakên berbiçav got
Baykara axaftina herî dawî kir û di axaftina xwe de weha
got: “Di serîhildanê de pêywendiya navbera Elewiyan û Şêx
Saîd, bi riya Şêx Şerîf çêbûye. Ew, li ser îdarakirina
herêmên Kurdên Elewî û her weha ji bo damezrandina hukumeta
Kurda jî bihev kirine. Herçiqas di navbera Seyîd Riza û
Şêx Saîd de pêywendiyek xûrt nehatibe danîn jî, em
dizanin ku hin eşîrên Elewî xwe amade dikirin ku ew
jî serîhildin û alîkariya tevgerê bikin. Lê mixabin tevger
serneket û hat şikestin. Li ser şikestina tevgerê,
hin Elewiyên Kurd jî li Xarpetê hatin dardakirin.”