Konferansa Cegerxwîn
çêbû
Wuppertal
Konferansa
Cegerxwîn, ku bona sedsalîya şaîrê mezîn, ji alîyê
Yekitîya Komelên Kurdistan-KOMKARê hatibû amade kirin, di
06.12.03’an da li bajarê Wuppertalê bi beşdarbûna bêtiri
80 ronakbîr, nivîskar û şaîrên Kurd çêbû.
Konferans bi axaftina serokê
KOMKARê F. Tîmar ve destpêkir. F. Tîmar di axaftina xwe
da got, ku KOMKAR û Komîta Elmanya a Partîya Pêşverûya
(ji Kurdistana Surîyê), biryar dan, ku bi hevra bangeke
derxin, rêxistinên sîyasî û komelên demokratîk û ronakbîrên
Kurd gazî civîneka gîştî bikin û di vê civîne da li
ser parastin û pêkanîna sazîyên Kurdî minaqeşe bikin.
Dî dirêjîya axaftina xwe da, F. Tîmar got, ku “armanca me
yên ewîl çêkirina muzeya Cegerxwîn li mala wî da, parastin
û piştgirîya Navenda Lekolîna Kurdî li Moskova û rojnama
Rîya Teze ye.”
Piştî axaftina F. Tîmar, zavayê cegerxwîn
Bîlal Habeş, axaftineka kurt li ser Cegerxwîn kir.
Paşê jî şaîrê bi nav
û deng Dr. Eskerê Boyîk, li jêr navê “Cegerxwîn şaîrê
gel e” da, gotarekê rêk û pêk peşkeşê beşdarên
konferansê kir. Eskerê Boyîk di gotara xwe da behsa helbestê
Cegerxwîn, peyvendîya wî ligel kovara Hawarê, peyvendîya
helbestên Cegerxwîn ligel helbestên melayê Cizîrî, Feqîyê
Teyra û Ehmedê Xanî kir. Eskerê Boyîk li ser jîyan û îdeolojîya
Cegerxwîn jî axaft û got, ku “Cegerxwîn bi helbestê xwe
va belengazîya zahmetkeşan, zilm û zordarîya dagîrkeran
li ser wan, hêvî û daxwazên gundî û rençberan anîye zimên,
Cegerxwîn ne tenê ji alîyê gundî û paleyên Kurdistanê, her
usa axa, şêx, mela û begên Kurdistanê va jî dihate
xwendin, Cegerxwîn şaîre gel bû”.
Pîştî Eskerê Boyîk, Dr. Husen Habeş
li ser “Ferhenga Cegerxwîn û pirsgirêka Ferhenga Kurdî”
axaft. Dr. Husen Habeş, got, ku “gava Cegerxwîn li
Zankoya Baxdayê dersa Kurdî dida, piranîya şagirdên
wî bi zaraveyê Soranî xeberdidan. Bona ku şagirdên
xwe, wî fehm bikin biryar daye, ku ferhengeka Kurmancî amade
bike. Usa xuya ye ku Cegerxwîn ferhengê xwe wekî 3 cîld
amade kiriye, lê belê tenê du cîld hatîye belav kirin.”
Husen Habeş di axaftina xwe da her usa bi dirêjî behsa
ferhenga kurdî û ferheng nivîsî sekinî.
Piştî wî Mamosta Heyder
Omerî jî li ser çiroknîvîsarîya Cegerxwîn gotareka rêk û
pêk pêşkeşê beşdaran kir. Mamosta Heyder,
bi zanistî lekolinek li ser çîroknivîsarîya Cegerxwîn amade
kiribû. Mamosta Heyder got, ku “jî alîye teknîka çiroknîvîsarîyê
ve, çirokên Cegerxwîn qels in, ji ber ku Cegerxwîn hîşyarkirina
gelê xwe li pêşîya hemû tiştan da girtiye.”
Divê bê gotin, ku gotarvanên
konferansê, paş pêşkeş kirina gotarên xwe,
bersiva pirsan dan.
Bi Rêvabirên KOMKARê eşkere kirin, ku
wekî dokumentên konferansên berê, dokumanta Konferansa Cegerxwîn
jî wê were belav kirin.