Civîn li ser kitêba Bûbê Eser: “Gardîyan”
Romana Bûbê Eser, “Gardîyan” ku orîjînala xwe Kurdî ye û cara pêsîn di nav weþanên Roja Nû da çap bûbû, vê dawîyê li Atînayê, bi destê weþanxaneyeke Yûnanî û bi zmanê Yûnanî jî çap bû.

Wekî tê zanîn, babeta Gardîyan piþtî 12 Ilonê li girtîxana Dîyarbekrê ya “Numro 5” derbaz dibe, zulm û tedaya ku li girtîyên kurd hatibû kirin nîþan dide.

Ji bona vê yekê 26’ê nîsanê Li Stokholm, herêma Solna civînek çêbû. Civîn bi destê Federasyona Grêkî hatibû hazirkirin. Federasyona Kurd û Bîblîyoteka Kurd jî alîkarî jê ra kiribûn.

Qasî 150-200 kesên Kurd, Yûnanî û Swêdî di civînê da amade bûn. Nivîskar Bûbê Eser, Serokê Federasyona Grêkî Komnînos Chaîdeftos, xwedîyê weþanxanê Angelos Sîderatos, Serokê Federasyona Kurd Keya Izol, berpirsîyarê bîblîyoteka Kurd Nedîm Daxdewîren axifîn. Wergerê kitêbê Nazim Yamak jî di civînê da hazir bû.

Di dawîya civînê da xortên Yûnanî folklora welatê xwe nîþan dan.

Roja 27’tan jî civîneke weha li bajarê Goteborgê jî hat çêkirin.