
ÞEHÎDÊN HEWLERÊ HATIN BÎRANÎN
STOKHOLM-14 Gulan 2005-
Îro li paytextê Swêdê Stokholmê civînek ji bo bîranîna
þehîdên kareseta 4ê Gulanê ya ku li Hewlerê qewimîbû hat
li dar xistin. Civîn ji alî Komîteya Hevbeþ ya rêxistinên
Kurd li Swêdê (Komîteya Hevkarî - Federasyona Komeleyên
Kurdistan li Swêdê - Însiyatîfa Kurdên Swêd) hatibû amadekirin.
Di civîna bîranînê de, hin mirovên þehîdan, nûnerên partî
û saziyên kurd û swêdî û herweha ji hemû beþên Kurdistanê
gelek kesên welatparêz beþdar bûn.
Civînê bi rawestina bi deqîqeyekê ji bo rêzgirtina
þehîdan û xwendina sirûda "Ey Þehîdan" dest pê
kir, dûra nûnerên partî û rêxistinên kurdî, swêdî
û erebî gotar xwendin. Li ser navê Komîteya Hevkarî Þefik
Kaya, li ser navê Federasyonê Þermîn Bozarslan, li ser navê
Însîyatîfa Kurdên Swêd Azîz Aliþ gotar xwendin. Peyama nûnerê
Hukumeta Herêma Kurdistanê li Bakurê Awropa Taha Berwarî,
û Komîteya YNK li Swêd hatin pêþkêþkirin. Herweha nûnerên
partiyên swêdî, ji Sosyal Demokratan (s) Maria Hassan, ji
Partiay Çep (v) Mat Einarsson, Yekitiya Ciwanê Lîberal ên
Partiya Gel (fp) Fredrik Malm gotar xwendin.
Nûnerên komîteyên hevbeþ yên
kurd û ereban jî beþdarbûn û
gotar pêþkêþ kirin. Di hemû
gotar û peyaman de terorizm û fundementalîzma
dînî hat mehkum kirin û lanetkirin.
Di nav bernamê de hunermendên kurd car-car sirûd û helbestan
pêþkêþ kirin.
Civîn bi xwendina "Ey reqîb" giha
dawiyê.