Yekîtiya Ewrûpa û
Guherandinên yasayî yên Tirkiyê
PIRSA KURD û Rewşa zimanê KURDÎ

di civîna Federasyona Komelên Kurdistanê de
hat niqaþkirin



Wekî tê zanîn rêxistinên siyasî yên kurdan, komeleyên demokratîk yên çandî û rewþenbîrên kurd li seranserî Ewrûpayê di semîner, panêl û konferansan da babeta YE, Tirkiye û pirsa kurd niqaþ dikin. Civîneke weha li paytextê Swêd Stokholmê jî hat derbaskirin. Di vê civînê da, ku ji alîyê Federasyona Komeleyên Kurdistanê ve hatibû amadekirin, mamosta M. Emîn BOZARSLAN, Reþo ZÎLAN. MALMISANIJ û li ser navê Komîteya HEVKARÎ Bûbê ESER û ser navê PLATFORMA kurdên Ewrûpayê Keya ÎZOL qise kirin.

Axiftevanan li ser mijara Yekîtiya Ewrûpa û Guherandinên yasayî yên Tirkiyê PIRSA KURD û Rewşa zimanê KURDÎ gelek dîtin û analîzên wek hev pêþda anîn. Fikra þirîk ya beþdaran ew bû ku Dewleta Tirk seba ku wextekî mizakerê ji YE bistîne hin guhartinên yasayî yên çavboyaxkirinê derxistine û dixwaze raya giþtî, kurdan û ewropiyan bixapîne.

Wan li ser pirsên rojevê hin dîtin û pêþniyarên xwe anîn zimên. Mamosta Bozarslan gelek giringî da ser pêwîstiya yekitî û yekdengiya kurdan û xebatên dîplomatik li Ewrûpayê. Bozarslan di axaftina xwe da dîyar kir ku ew gelekî dilxweþ e bi çêbûna PLATFORMA KURDÊN EWROPAYÊ, ji ber ku ancax kurd bi wî awayî û bi hevra dikarin tesîrê li prosesê bikin. Wî got divê dengê kurdan yek be û ji ciyekî navendî derkeve, herkes bi serê xwe daxwazekê bike nabe. Wî ji serwerên Platformê hêvî û daxwaz kir ku hewl bidin li Brukselê broyekê vekin û li ser bûyeran rojane agahdarîyê bidine diplomat û rêvebirên YE.