Cîgirê Serokê HAK-PARê Bozyel:

ERKÊ DÎROKÎ DEMA , ÇARESERKIRINA PIRSA KURD LI SER BINGEHÊ WEKHEVIYÊ YE

Cîgirê Serokê HAK-PARê Bayram Bozyel di dazaneke çapemeniyê de li ser rewþa ya piþtî biryara YE (Yekitiya Ewropa) ya 17 Çileya Pêþîn, raya partiya xwe anî zimên. Me dazana HAK-PARê ji tirkî wergerande kurdî û li vir pêþkêþî xwendevanên xwe dikin:

Piþtî bendêmayineke dûr û dirêj û tingijî Tirkiyê ji YE wextek girt ji bo destpêkirina guftugoyên (muzakereendametiya temam. Li gor biryara Brukselê muzakere di 3ê meha cotmehê  sala 2005an de dest bikin. Eger prosesa guftugoyan asteng bimeþe , endametiya temam heta berî 2014an pêk nayê. Çarçove û naveroka çi dibe bila be birya YE olaneke mezin da.

Perspektîfa endametiya temamî di YE de, libendêbûneke piranîya civatê ku cirîya. Biryara 17ê Çileya pêþîn hêvî û hêcaneke bi xwe re anî Tirkiyê.

Wek hemû carên berê, carê serokên dewlet û hukumetên YE, ji endîþeyên demokratîk bêtir, li gor hesabên siyasî nêzîkî pirsa endametiya Tirkîyê bûn. Ka Tirkiyê kriterên Kopenhaginê bi temamî bi anîne yan ne anîne, ev ji bo xatirê menfaetên siyasî û nexeydandina Tirkiyê, di derca dudyan de hatiye girtin. Lewma di biryara civîna herî bilind ya 17ê mehê de, ku derheqê Tirkiyê de hat girtin, li ser pirsa kurdî ji gotinên raste-rast û vekirî dûr sekinîne. Bi kurtasiya gotinê careke demokrasî, serdestiya hiqûqê, mafên mirovan di planeke paþ de hat girtin.

Bi awayî tevbigere , YE haydar e ku pirsa kurd ji aliyê Tirkiyê ve xwediyê çi giraniyê ye. Berî hertiþtî 20 milyon kurd ji bo bidestxistina maf û azadiya xwe ya bingehîn bi îsrar e. Herçend de nelihevî hebin , prosesa muzakereyan ku ji Tirkiyê re hatiye pêþkêþkirin, çawa ji civata Tirkiyê re, wisa ji gelê kurd re hêvî û hêcaneke aniye.

Ji vir de li polîtîkayên înkarî û zordestiyê tengtir bibe, daxwazên azadî, demokrasî û wekheviyê bêtir di rojevê de derkeve pêþ. Dewra pêþ bibe ew dewr ku hukmên militarîst, nijadperest, þoven ji binî ve bên rakirin û paqijkirin û bi hemû dewlemendîya cudahî û durûvdanan ve kurd, tirk û gelên din bikaribin wek bira û li ser bingehê wekheviyê bi hevra bijîn. Xala yekemîn ya rojeva serdemê çareserkirina pirsa kurd ya bi riya demokratîk û aþtiyane be.

Li pêþ me hemûyan proseseke dirêj û çetin heye. Ji holêrakirina zihniyetên kevnare û paþverû, ne karekî hêsa ye. Lewma erk û berpirsiyarî, wek hemû beþên civatê, dikeve ser mile AKP ya ku xwe wek mîmarê rewþê dibîne.

Li aliyê din, çawa gotinçu tiþt wek berê nebe”.

Prosesa YE, bona ji nûve veçêkirina Tirkiyê xwediyê hêzeke mezin e. Bikaranîna derfetên prosesê, ji bo avakirina dahatûyeke û azad di destê me de ye.

HAK-PARê, ji bo avakirina dahatûyeke wisa ji mêj ve sefên xwe diyar kiriye.

18/12/2004

Bayram Bozyel
Cîgirê Serokê HAK-PARê

 

 
© 2001-2003 Roja Nû