Hejmara
28a ya rojnama
DEMA NÛ hat komkirin
Hejmara 28a ya Dema Nû hat komkirin. Sedemê komkirina rojnamê,
çend nivîsên wê ne; yek jê nivîsa bi sernivîsa"Bern Newrozuna
saldiri ve tepkiler"," (Êriþa ser Newoza Bernê û reaksiyonên
dijî wê) û nivîsa Kemal Burkay bi sernivîsa "PKK ve KADEK,
Olup biten ne, degisen ne?" (PKK û PADEK, çi bû çi guherî?).
Goya di van herdu nivîsan da bi riya weþanê propaganda ji bo rêxistinek
ilegal ya terorîst hatiye kirin?! Lê ev herdu nivîsên han çawa ku
"edaleta" dewletê îddîa dike propaganda PKK nakin, eqsê
wê kiryarên PKK yên xirab rexne dikin. Gelo xêr e? Xuyaye
dewleta tirk naxwaze kesek behsa kiryarên PKK yên xirab bike û wê
rexne bike. Dîsa nivîsek din bi sernavê "Kürtler azinlik degil"
(Kurd ne minorite, ango eqeliyet in. Nivîs beyana partiya HAK-PAR
e) û nivîsek jî bi sernivîsa "Kemalizim ve Kürdler" (Kemalizm
û Kurd) e. Goya armanca wan herdu nivîsan jî parçekirina Komara
Tirkiyê ye, û li gor qanûna çapemenîyê gereke ew rojname bê komkirin...
Belê xwendevanên hêja, ji vê re þiroveyeke taybetî pêwîst dike
gelo? Hertiþt ne zelal û eþkere ye? Dewleta tirk ya ku niha di riya
Yekîtiya Ewrûpa (EU) da ye, qet naxwaze kurd bîhna xwe bistînin.
Wê PKK ji xwe ra kirîye behane û her daxwazeke
mafê insanî û demokratîk ku ji alîyê kurda ve
tê kirin wek "xizmeta terorostîyê" nîþan dide.Û
weha dixwaze zordestiya xwe li ser gelê kurd bidomîne û dinyayê
bixapîne...
|