8
Adar 2003
Roja 8ê adarê rêxistinên kurdan
li Stokholmê li dijî planên dewleta tirk
ku dixwaze bikeve Kurdistana Îraqê meþeke
mezin lidarxistin. Di meþê de nêzîkî
5000 kes beþdar bûn.
Van rojana kurdên Ewropayê û taybetî
yên li Swêd li ser gef û tehdîda
dewleta tirk li dijî Kurdistana baþûr
ketine nav tevgereke xurt. Li herderê meþ û
mîtîngên protestoyê pêktînin.
Wek tê zanîn du hefte berê jî dîsa
li Stokholmê xwepêþandaneke giring pêkhatibû.
Kurdên Swêdê vê carê
çalakiyeke mezintir pêkanîn. Bi hezaran
kes berê li meydaneke nav Stokholmê kom bûn,
li wir hunermend Nasir Rezazî û civatê
bi hevra "Ey reqîb" xwendin û piþtî
axaftinên kurt, meþê dest pêkir.
Di meþa Stokholmê de sloganên "Demokratî
bo Îraq, azadî bo Kurdistan!", "Turkiska
armeen ut ur Kurdistan" "Na! Na! Na! Tirkiye na!"
"Bye bye Saddam!" hatin bangdan.
Li ber sefareta Tirkîyê zimanê
kurdî û swêdî li ser daxwaz û
armanca xwepêþandanê hat qisekirin. Kurdan
careke din li dijî dagirkeriyê, ji bo azadiya
gelê kurd û Kurdistanê bi xurtî
dengê xwe bilind kirin. Ev çalakî jî
her wek ya du hefte berê bi amadekariya Komîta
Hevkarîya Hêzên Siyasî yên
Kurd û Kurdistanî, Federasyona Komeleyên
Kurdistanê, Platforma Kurdên Ewropa, Yekitîya
Jinan, Yekitiya Ciwanan çêbû.