|
Kovara DENG
dîsa hat komkirin
Hejmara 67a ya DENGê ji alîyê Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê
(DGM) ve hat kom kirin. Dozgerê DGM van nivîsarên han wek
sedemê komkirinê nîşan dide: "PSK 4. Yurtdişi Konferansi yapildi",
(Konferansa PSK ya Dervayî welat ya çara çêbû) "Türkiye
AB yolunun neresinde", (Tirkîye di riya Yekitîya Ewropa
de li ku ye?) "Kürt sorunu ulusal bir sorundur" (Pirsa
kurd pirseke netewî ye) û "Türkiye'yi yönetenler Kürtleri
inkar politikasindan vazgeçmelidirler" (Rêvebirên Tirkîyê
divê dev ji înkarkirina hebûna kurdan berdin). Dozgerê DGM îddia
dike ku di van nivîsan de kovar dapropaganda nivîskî dike ji bo
xirabkirina "Yekitîya Komara Tirkiye ya ku bi welat û netewa
xwe nayê parçekirin".
|
|
|