Li
Londonê
Festîwala Fîlmên Kurdî ya 3-emîn destpêkir
Li
Londonê Festîwala Fîlmên Kurdî ya Sêwemîn di 22’yê vê mehê
da (Çirîya Pêşîn 2004) dest pê kir û heya 4’e Çirîya
Paşîn, ango du hefte wê berdewam bike.Di
vê Festîwalê da Fîlmên ku bi destê Kurdan hatine çêkirin
û li ser jîyana Kurdan in têne nîşandan. Gelek fîlmên
dirêj, yên kurt û dokumanter… Hinek ji van fîlman ev in:
Fîlmeke
Nîgel Roffe Baker, li ser drama Penaberan
Fîlmeke Ferîborz Kamberî; Şirîde Reş,
Bîranîna Tehranê
Enver Sindî; Berî Berbangê
Kawa Akreyî; portreya Alî Kîmyewî
Celal Zengene; Hîkyatê Xole Pize û Mam Reşa
Marîna Caba Rall; Deqîqa Dawî
Yûksel Yavuz; Pîçek Azadî
Jano Rosebînî; Gorên Kîtlewî yên Saddam
Halîl Uysal; Neynika Dirêj
Serbest Resil: İro Sibe
Hîner Salem; Vodka Lemon
Behman Gobadî; Şer Giha Dawî
Nuran Şahîn; Bi dû tûkê Çivîkê Biçe (Eva
dawî bî zaravayê Zazakî ye)
Gala
Dawîyê jî fîlma Behmen Gobadî Kûsî jî Dikarin Bifirin
wê bê nîşan dan, ku meha berê (İlona 2004) li
Festîwala Sen Sebastîyan xelata zêrîn girtibû. Gobadî her
usa jî çêkirê fîlma “Zemanê Hespên Serxoş” e.