Filmê Kurdî Al-Anfal
„bi navê Allah, Bes û Seddam“ Di festîvala fîlmên Solothurn
Filmtage li Suîsra cih digre.
Li rojên 19
û 20ê vê mehê, wê filmê Al-Anfal, bi navê Allah, Bes û Seddam,
di Festîvala fîlmên lêystikî û dokumentar ê Solothurn li Swîsra
wê cih bigre.
Pêşkêşkirina fîlm a yekemîn wê di roja 19 mehê seat 17.45 li
sînema Canva Club li dar keve, piştî temaşekirna
fîlm, wê guft û go li ser mesela fîlm bi derhinêrê fîlm Mano
Khalil re li dar keve.
Pêşkêşkirina fîl a dwemîn wê roja 20 mehê seat 12 li cihe konferensa
festîvalê li Land Haus wê li darkeve.
Wek
ku tê zanîn dirêjbuna fîlm yek seate û produksiona wî bi destê
derhinerê Kurd Mano Khalil û bi alîkariya televîsiona Swîsrî
re temam buye.
Fîlm li ser şerê Enfal e, ye ku Seddamê Besî di sala 1988an de bi
ser serê miletê kurd de ani, û navê wî şerî kir bi navê
suretekê ji Quranê Al-Anfal. Ku di wî şerî de Ereban
mal û milkê kurdan li xwe helal kirin û talankirin , mêr,
kal û zar kuştin, jin û milk û malê kurdan li xwe belav
kirin, ku bêhtrî 182 hezar mirov hatin windakirin, kustin.
Film ronî dide meselak din gelek qirêj, nemirovî, ku cawa rêjîmên Ereba,
ê pîs alîkariya Seddam dijî kurdan dikirin şanî dide,
û mesela şandina kecên kurd bo (Merqes û Melha) ê welatê
Misrê di film de ceh digre.
Ji bo informasiona li ser Festîvalê ji kerema xwe li vir binerin:
http://www.solothurnerfilmtage.ch/sft_41/kat_41/pages/0161.pdf
|