Ji bo gel û hunera Kurd
serbilindîyeke teze:

Nuçegihan: Ainhoa Oiartzabal
Fîlmeke Kurdî bi navê “Kusî jî Dikarin
Bifirin” ku bi alîyê rejîsorê Kurd Bahman Gobadî
hatîye çêkirin, li Festîvala Navnetewî ya Donostia-San
Sebastian da (ku li welatê Baskîyan e) xelata herî mezin
ya qalikê zêrîn (Golden Shell) ya îsal girt.
Babetê vê fîlmê li ser qeremanîya zarokên
Kurd e û bi çavê wan tesîra xirab ya şerê İran-Iraqê
nîşan dide. Gobadî Kurdekî İranê ye, rejîsorekî
bi nav û deng e.
Dema ku di civîna êvara 25’ê İlonê da
ev yek hate eşkerekirin xelkê salonê hemû rabûn ser
pîyan û dûr dirêj ji Bahman Gobadî ra çepik lêdan. Gobadî
jî dema xelata xwe girt, got: “Ez vê xelatê bi navê hemû
zarokên ku di fîlmê da cî gırtin û bi navê hemû Kurdên
li çarkoşeyê dınyayê qebûl dikim.” Gobadî, di
dawîya axaftina xwe da jî bi zmanê Baskî usa got:
“Mîla esker eta betî arte!” (Bi mana “Gelek spas
û xatirê we!”).
Di vê festîwalê da xelata duwemîn ya zîvîn
dan rejîsor Xu Jinglei. Xelata taybetî jî dan rejîsorê
Sirbî Goran Paskaljevîc. Her usa, Connie Nilsen
û Ulrich Tomsen jî xelata aktorên herî baş girtin
di rolên xwe yên di fîlma Brodre (Bra) da.