Li
Tirkiyê
Fîlmên zarokan bi zimanê
kurdî qedexe ye
Li gor talîmatnama Rêvebiriya
bilind ya Radyo û TV (RTÜK), destûr tenê
ji bo bernamên ji bo kesên salmezin heye, ew
jî bi gelek þertan ve hatiye girêdan...
Li gor biryara nû, radyo wê heftê
5 saetan û televizyon jî heftê 4 saetan,
ango rojê 40 deqîqan weþana bi zimanê
kurdî bike ku ew jî ji bo xizmeta dewleta bêbext
û zordest bête kirin.
Dewleta tirk bi vî awayî milletê kurd ê 20
mîlyonî bicûk û nizim dixe, henek û tinazê xwe dike. Ji
bo salmezinan dibêje "baþe bo xatirê YE em ê rêbidin
ku hûn di radyo û TV a me de hinekî bi zimanê xwe muzikê
û axaftinê gudarî bikin, lê çawa hebe zarokên we di çerxa
asîmîlasyonê de wê kurdî fêrnebin û bi tirkî mezin bibin.
Bi vî awayî em ê ji pirsa kurdî jî xilas bibin. Bila hûn
kurd, lê zarokên we jî tirk bin. Em razî ne"
Tirkiye ji bo tunekirina zimanê kurdî
dest ji siyaseta asimîlasyonê bernade, serde
jî hewl dide ku bi wê siyaseta qirêj û
nemirovî bikeve nav Yekitîya Ewropayê...
Gelo li ser van kirinên dewleta tirk çu þirove
pêwîst dikin?...
Çiqas þerm e! Kurdino, gelî xûþk û bira, azadî namûs e,
welat namûs e, ziman þeref e! Yên ku ji bo parastina van
tiþtan xîret nakin, jo bo wan çiqas þerm e!