YEKEMÎN FESTÎVALA FÎLMÊN KURDÎ
LI STOKHOLMÊ ÇÊBÛ

Li paytextê Swêdê, Stokholmê, di navbera rojên 17 û 21ê gulanê da festîvaleke fîlmên kurdî hat lidarxistin. Di festivalê da 10 filmên kurdî li sinemayeke navça bajêr da hatin nîþandan.Berî festîval dest pê bike, nûçeya festîvalê di medya swêdî da cîyekî berbiçav wergirt.

Rojnama Swêdê ya mezin DN di rûpelê kulturê da ciyekî fireh da nûçeya festîvala filmên kurdî. Piþti ku bi mehan nûçe û guftugoyên xirab li ser kuþtina keçeke kurd bi navê Fadîme di medya swêdî da derketin, çêbûna festîvaleke kurdî careke din sempatiya swêdiyan berbi kurdan peyda kir. Bi kurtî vê bûyera kulturî bi xwe ra kêfxweþiyeke mezin anî. Em amadekarên festîvalê pîroz dikin û ji bo bêtir agahdarî li ser festîvalê û fîlmên beþdar navnîþana komita amadekar ya înternetê da pêþkêþî xwendevana dikin: www.kurdfilmfestival.com