.gif)
STOCKHOLM-07-11/04-Federasyona Komeleyên Kurdistanê
li Swêdê, di bin navê "Rojên
Kurdî" de du rojan li ser hev pirsên
integrasyonê û zimanê zikmakî
konferans û panêl pêkanîn.
ÎNTEGRASYON
Roja pêþin li ser întegrasyonê
û pirsgirêkên malbatên kurd
û ciwanên wan sê semîner û
panêlek hat derbaskirin.
Di destpêkê de seroka FKKS Þermîn Bozarslanê civîn
vekir, piþtre mamosteya întegrasyonê Xunav Xoþnavê
li ser pirsên întibakirina malbatên kurd di
civata Swêdê de axifî, û ji serpêhatiyên xwe û malbatên
kurd nimûne pêþkêþ kirin. Xoþnavê pêwîstiya fêrbûna
kurdan ji sîstema dibistanên swêdî ku bi þêweyekî
demokratî tê meþandinê anî zimên. Wê got ku berdewamiya
zimanê kurdî li dîasporayê di destê du kesan de ye,
ew jî dê û bav e.
Sureya Calli, ku di warê tevgerê (rabûnrûniþtin)
de pispor e, li ser problemên nivþeyî yên ku di navbera
dêûbav û ciwanan de peyda dibin qise kir. Wê di dawiya
axaftina xwe de destnîþan kir ku nasnama etnîkî di
nav ciwanên kurd de gelekî xurt e, gelek ji wan kurdî
nizanibin jî, bi kurdbûna xwe serbilind in. Ew çanda
kurdî, yan jî tradîsyonan nepejirînin jî dixwazin
kurdbîna xwe hertim derxînin pêþ. Divê dê û bav bi
hiþkî li dijî kirin û fikrên wan dernekevin, berî
hertiþtî riya dîyalogê tercîh bikin.
Semînereke din jî ji alî psîkolog Marcela Bravo
hat dayîn. Wê jî li ser rewþa malbatan di pêvajoya
koçberî û integrasyonê de, qise kir.
Di dawiyê de panêlek li ser pirsgirêkên
di pêvajoya kocberî û integrasyonê de, çêbû.
Beþdarên panêlê Þermîn Bozarslan
seroka FKKS, Seyran Duran seroka YJK, Çiyavan Bamernî
serokê YCK, raya xwe gotin ka rêxistinên kurd û merciyên
swêdî bi çi awayî dikarin alikariya malbatên
kurd bikin...
ZIMANÊ ZIKMAKÎ
Roja duwemîn li ser pirsa; "Ji bo parastin û
zindîkirina zimanê kurdî çi pêwist e?" ji alî
Reþo Zîlan û serokê Instituya kurdî li Parîsê Kendal
Nezan yek semîner hatin dayîn. Wana li ser rewþa zimanê
kurdî û xetera asîmîlasyonê qise kirin. Kendal Nezan
herweha li ser kar û xebatên Înstituyê agahdarîyeke
fire da guhdaran.
Civîna dawiyê panelek bû ku, li wir pirsa;"Pirtûkên
kurdî yên zarok û mezinan - ji bo bêtir xwendina wan
çi pêwist in?" hat gengeþî kirin. Penêlîst ev
kesana bûn: Haþim Ahmadzadeh, mamoste - nivîskar;
Firat Cewerî, nivîskar - weþanxana Nûdem; Dr. Abdulbaset
Seyda, nivîskar; Haluk Ozturk, nivîskar - Weþanxana
Roja Nû; Ali Çiftçî, weþanxana APEC; Izzet Osman Farxa,
mamoste; Xunav Xosþnav, mamoste. Panel ji alî nivîskar
Silêman Demîr ve hate rêvebirin.
Ji ber kêmbûna wext, her panelîstekî dîtinên xwe tenê
di pênc deqîqan de gotin. Sedemê kêmxwendina pirtûkên
zarokan û çareserkirinê pirsgirêkê, panêlîstan bi
çend gotinan dîtin û pêþniyazên xwe anîn zimên. Ji
kêm-kalîtebûna pirtûkan, nebûna kevneþopiya xwendinê
di nav malbatên kurd de bigre heta rewþa siyasî û
civakî gelek sedem hatin dîyarkirin. Dawiyê civînê
de hat pêþniyazkirin ku Federasyon li ser vê babetê
civîneke taybetî çêbike. Seroka Federasyonê ev pêþniyaz
di cî de dît û got ku ew ê di rojên pêþ de civîneke
weha çêbikin û dîsa gazî weþanger, mamosteyên ziman
û nivîskaran bikin. Di bernamê de, derxistina deklerasyoneke
daxwazên kurdên Swêdê ji mercên
swêdî, ji Tirkiyê û ji Hûkûmeta Kurdîstanê hebû, lê
ji ber nemana wext, ev daxwazî bi cî nehat.
Digel kil û kêmasiyên xwe, civînên herdu rojan, çalakiyeke
Federasyonê ya serkevtî bû.
|
|