Orgeneral Yaþar Büyükanit:
"Gerek e em tirkî fêrî kurda bikin"

31.05.2003

Serokerkanê duwemîn yê artêþa tirk orgeneral Yaþar Büyükanit derbarî perwerdeya bi zimanê zikmakî de helwesta eskeriya tirk careke din raxist ber çavan. Büyükanit bi rojnamevanan re li ser pirsên globalizmê, ewlekariyê û mafê perwerda zimanê zikmakî sohbet kir. Li gor nûçeya rojnamên tirkî general ser pirsa perwerda ziman weha dibêje: Ev 500 sal in ku em û gelê Rohilatê û Rohilata baþûr (Kurdistana bakur) bi hevra dijîn. Eyba giran ew e ku heta niha me tirkî fêrî wan nekiriye. Li Tirkîyê tim li ser hînkirina zimanê kurdî tê qise kirin, lê pirsa bingehîn di hînkirina fêrkirina tirkî de ye. Ji ber ku 500 sal in ew bi zimanê tirkî dijîn û eger heta niha tirkî nebûye zimanê wan, ew þerma herî mezin e. Esas divê em zor bidinê ku di çarçova maddeya 8a ya kriterên Kopenhagenê de bête qebûlkirin ku em zimanê dayikê ê resmî (ango tirkî) fêrî kurda bikin."

Xulasa axaftina orgeneral ev e, dibêje: "Gereke em kurda bihelînin, zimanê kurdî bikujin, ji ortê hilînin. Ji xwe eyba giran ew e ku ewana 500 sal e bi zimanê tirkî re dijîn lê hina jî me ew ziman ji ortê ranekirîye"
Büyükanit derbarî perwerdeya bi zimanê zikmakî de ji kirîterên Kopenhagenê maddeya 8a ya ku dehwa maf û azadiya perwerdeya zimanê zikmakî weha rave dike: "Divê ew azadi ji bo fêrkirina tirkî be, ne ya kurdî."

Bravo! Bi rastî jî dûrditin û çareserkirina pirsgirêkê weha dibe...Nexwe 500 salê din jî ne hewce ye, belkî çend pênc sal besbûna, eger þerê Amerîka û Iraqê nebûya...Eger Kurdistana Iraqê azad nebûya...

© 2001-2002 Roja Nû