Jİ DADGEHA CEZAYA ESLÎYE
YA 6 EMÎN YA MERSÎNÊ RE
Serokdozgerê Komarê, min û 10 hevalên min bi
binpîkirina Qanûna Partîyên Sîyasî xala 2820 benda 81/c sûcdar
dike. Serokdozger îddîa dike ku, me axaftinên di kongra HAK-PAR’ê
de hatine kirin wek sûc tên pejirandin.
Rast e, di komcivîna HAK-PAR’ê da bi zimanê
Kurdî hat axaftin.
Divê bê zanîn ku, sûcdarkirina bi axaftin û
nivîsandina bi zimanê Kurdî, gor maf û azadîyên bingehî, helwesteke
ne rast e.
Peymana Mafê Mirovan ya Ewrûpê û gelek peymanên
din yê navneteweyî, azadîya raman, belavkirin û îfadekirina
bîr û raya mirovan girtîye bin evlekarîyê. Wek tê zanin Tirkîyê
jî wan peymanan îmze kiriye.
Li alî din Tirkîye di çarçova prosesa Yekîtîya
Ewrûpê de qedexekirina zimanê Kurdî ji zagonan û zagona bigehî
derxistîye.
Tirkîye bi dirustkirina maddeya 90 ya Qanûna Esasî û bi
guhartinên din ku di çarçova beşdarîya Yekîtîya Ewrupê
de kiriye, dipejırîne ku normên huqûqa navnetewî li
ser ya hundir e. Lê pir mixabin, Parlamena Tirkîyê Qanûna
Partîyan heta nuha li gor huqûqa navnetewî û li gor normên
Yekîtîya Ewropê serarast nekirîye. Kêmasî û nakokîyê ku di
vî warî de berdawam in, yê me nine, yê qanûnçêkeran ne.
Zimanê Kurdî li Tirkîyé, ji alîyê 20 mîlyon kesî ve tê axaftin.
Zimanên wusa xurt û bi kok, hevceye li her qada jîyanê bê
karanîn. Ew jî xwestinek zagonî û xwezayî ye. Partîya me jî
vî mafê xwezayî û meşrû bi kar anîye. Destpêkê de jî
min got, axaftina Kurdî û vexwendinên bi zimanê Kurdî parek
ji azadî û mafên mirovan yên bingehî ne.
Di vê pêvajoyê de ku Tirkîyê dil kirîye bibe
endamê malbata welatên nûjen û demokrat, sûcdarkirina axaftin
û nivîsandina Kurdî (di warê partîyan da be jî) şerm
e û kêrî tu kesî nayê. Karê dîrokî li pêşîya Tirkîyê,
divê qedexekirina zimanan, dadgehkirina sîyasetmedar û ronakbîran
û girtina partîyan nebe, dij vîya, avêtina gavên lez di warê
demoqratîkbûnê, sazkirina jîyanek bi her awayî demoqratîk
be.
Armanca Partîya me ya esasî; li Tirkîyê avakirina
demoqrasîyek li gor normên huqûqa navnetewî û çareserkirina
pirsa Kurdî li ser esasên azadî û wekhevîyê ye. Em zanin ku
demokrasî li tu welatekî ji ber xwe ve bicîh nabe. Demokrasî
tenê bi guhartinên qanûnan ve jî dest nakeve. Ji bo damezrandina
demokrasî, azadî û jîyaneke nûjen xebat, têgihîştin û
berpirsîyarî hewce ye. HAK-PAR jî yek ji wan aktoran e ku
ji bo her tewir azadî û demoqrasîyê berpirsarîyek daye ser
milê xwe û ji bo karanîn û bicîhkirina wan di nav hewldanekê
da ye.
Kurdayî, axaftina zimané Kurdî sûc nîne, dij
vîya mafek ji maf û azadîyên bingehîn e.
Ji ber vê yekê ji dadgeha birêz daxwaz dikim
ku ev dawe nedome û sûcdarkirina min û hevalên min jî holê
rabe.
|