Dazana cigirê serokê giþtî yê HAK-PARê Fehmî Demîr
KIÞKIRINA ÞERÊ HUNDIRÎN FEYDÊ NAGIHÎNE HÎÇ KESEKÎ

Li tevaya Iraqê cara yekemîn di roja 30 Çileyê Paþîn de, hilbijartên bi pir partîyî yên serbest û azad çêbûn.

Di van hilbijartinan de, 275 kes ji bo Parlamena Neteweyî ya Iraqê, rêvebirên mehellî û 111 endamên Parlamena Kurdistana Federe wê bên hilbijartin.

Hilbijartinên Iraqê, digel hemû manîpulasyonên dij-kurd yên dewletên herêmê û êriþên terorî yên bermayên Saddam, bi beþdariya %72 bi þêwekî serkevtî û demokratîk pêk hat. Li hember vê hilbijartina ku bi demokratîkî û beþdariyeke mezin çêbû, helwesta rêvebirên Tirkiyê jî balkêþ e. Eger rêvebirên Tirkiyê li herêmê aþtî û aramiyê dixwazin, divê rêz li encamên hilbijartinên Iraqê bigrin. Divê xwe ji kiþkirina gelê turkmen ê Iraqê dûr bigrin. Kiþkirina þerekî navxweyî di Kerkûkê de wê feydê nede hîç kesekî.

Siyaseta rêvebirên Tirkiyê li hember Kurdistana Iraqê, dînamît dixe binê îstîkrara herêmê. Paronaya helwestgirtina bi neyarî û þovenî li dijî her pêþketin û rûdaneke bi kurdan ve girêdayî, tu pirsê çareser nake. Eger rêvebirên Tirkiyê dixwazin ji vê paranoyayê xilas bin, mecbûr in ku li Tirkiyê ji pirsa Kurd re çareseriyeke heqane, li ser bingehê wekheviyê û bi rêyeke aþtiyane pêk bînin.

Em gelên kurd, ereb, turkmen û keldanî pîroz dikin ku wan digel hemû midaxaleyan jî, hilbijartinên Iraqê bi serfirazî gihandin encamê û nimûneyeke demokrasiyê nîþanî dîktator û koloniyalîstên herêmê dan.

Em, wan lîderên kurd, ereb û yên din, ku em bawer dikin wê ji bo avakirina Iraqke federe û demokratîk xizmetê bikin û di pêkanîna hilbijartinan de xwedî ked in, pîroz dikin û ji wan re serfiraziyê dixwazin.
31-01-2005

Fehmi DEMIR
Cîgirê serokê giþtî yê HAK-PAR

NOT: Me ev nivîs ji bo xwendevanên xwe yên kurdîaxêv ji tirkî wergerande kurdî. RN

 
© 2001-2004 Roja Nû