Cîgirê Serokê Giþtî yê HAK-PARê Bayram Bozyel:

"BIRYARA GIRTINA EGITIM-SEN’Ê DERBEYEK E JI DEMOKRASIYÊ RE"

Serokê Giþtî yê HAK-PAR’ê Bayram Bozyel, di dazanekê de, biryara girtina Egitim-Sen’ê, protesto kir. Bozyel di dazanê de raya partiya xwe weha tîne zimên:

"Biryara ku Dadgeha Bilind ji bo girtina Egitim-Sen’ê stendiye, derbeyek e li ser hewldanên demoktîbûnê ku di van çend salên dawî bi awayekî sist û hêdî be jî xwe didan xuyakirin."

Wek tê zanîn sala 2004-an de li ser daxwaza Sererkantiyê, Dozgeriya Komarî li Anqerê li dijî Egitim-Senê dawe vekiribû, çima ku ew di destûra xwe de mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê diparêze. Ew doz ji alî Dadgeha Kar ya 2-emîn li Anqerê hatibû redkirin. Lê di dawiyê de Dadgeha Bilind biryara girtina Egitim-Sen’ê derxist.

Di dazana HAK-PAR’ê de, bi dewamî tê ravekirin "biryara girtina Egitim-Sen’ê, bi giþtî li dijî daxwazên civatê û presîpên huqûqa demokratîk ya gerdûnî, bi taybetî jî li dijî normên YE ye ku Tirkiyê berê xwe dayê û dixwaze bikeve nav.

Di van demên dawîn de hin rûdanên xirab li ser hev diqewimin balkêþ in. Ji ber van rûdanên nû, ew guhartinên erênî yên ku yek-du di salên dawîn de çêbûbûn bê mane dike, pêvajoya demokratîzebûnê êdî destpêkiriye perpaþ dizivire."

Roja ku biryara girtina Egitim-Sen’ê hate dayîn, bi hinceta parastina perwerdeya bi zimanê dayikê, li Anqerê serokê HAK-PAR’ê A. Melîk Firat û 12 rêberên partiyê ji ber xebitandina zimanê kurdî dihatin mehkemekirin.

Bozyel li ser hin rûdanên neçê yên ku di dema dawîn de çêdibin, wek nîþana hewldana hêzên hemberî demokrasiyê ku dixwazin însiyatîfê hildin destê xwe þirove dike û weha dibêje:

"Lê belê hemû ew cehd û xebata ku ji bo paþdezivirandina pêvajoyê tê kirin, bilî hebakirina enerjiya civakê ji boy demekê, bi kêrî tu tiþtekî dî nayê. Dunya diguhure, Tirkiye jî mecbûr e biguhure. Piþtî vê gavê fetisandina hêvî û daxwazên gelê Kurd û Tirk ji bo azadî, demokrasîyê û jiyaneke mirovî ne mumkun e.

Yên ku tehamula qisekirina zimanê kurdi û mafê perwerdeyê ku mafekî mirovî yê bingehîn e, nakin, wê li ber bayê azadiyê ku di vê demê de heye, nikaribin xwe li ser piya ranegrin. Bona vê ne hewce ye li gelekî dûr mêze bikin.

 

 
© 2001-2005 Roja Nû