DIYARBEKIR 11.12.2004- Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR), di roja 05-12-2004an de li Diyarbekirê bi navê Pirsa Kurd di þêmûka Muzakereyên Ewropayê de” sempozyumek pêkanî. Civîn li hotêla Prestij, bi beþdariya 250 rewþenbîrên kurd yên ku ji bajarên Diyarbakir, Mêrdin, Batman, Siêrt, Wan, Elezîz, Ruha û Mersin'ê hatibûn vexwendin, çêbû.

Ji bo rêvebirina civînê, cîgirê serokê HAK-PARê Bayram Bozyel, Mistefa Kalhan û Celal Denîz, wek dîwana civînê hatin hilbijartin. Piþtî axaftina destpêkirinê ya serokê HAK-PAR a  Diyarbekrê Xalis Nezan, serokê HAK-PARê A. Melîk Firat axifî. Dûra beþdarên din dor bi dor li ser rewþa Tirkiyê, guhartinên di prosesa YE û pirsa kurd de hatin niqaþkirin. Sempozyomê ji serê sibê heta êvarê, gelek pirs û pirsgirêkên bi mijarê ve girêdayî niqaþ kirin, dan û standina fikrî kirin.  

Gelek ji beþdaran li ser giringiya qonaxa nêzik ya berbi biryara YE (ya 17ê mehê) anîn zimên. Li gor wan eger YE tarîxekê ji bo destpêkirina muzakereyan bidin Tirkiyê, ev dikare prosesa demokratîkbûnê û reforman bilezîne.

Mijareke niqaþê ya din , pirsa kêmgelî (mînorîtê-azinlik) ku demê de li Tirkiyê û Kurdistanê bi germî gengeþîkirin. Raya beþekî mezin beþdaran li ser noqta han yek :

”Kurd li ser cografya xwe piranî (majorîte) ne û çareserkirina pirsa kurd li ser bingehê wekheviyê û sîstema federalî mimkun e.”

Çawa yên ku di niqaþên ax-cografyayê de pirsa navê Kurdistanê anîn zimên hebûn wisa yên ku raya xwe weha pêþde anîn hebûn: ”Pirsa Kurdistanê bêguman heq e, di qonaxê de dikare bi eqis tesîrê bike, lewma divê mirov xwe ji yên ku pirsê wek pirsa mînorîte dibînin dûr negre.” Raya hevbeþ ya piraniyê ew ku pirsa kurd di bingehê xwe de pirsa netewî ye û divê wek pirsa netewî bête binavkirin.

Bi beþdariya xwe û babetên xwe yên gengeþiyê ve, sempozyum li ser asteke bilind . Rewþenbîrên kurd pêkanîna civîneke weha ji gelek aliyan ve giring û pêwist dîtin û ji bo razîbûna xwe diyarkirin. Serokê dîwanê di axaftina dawî de razîbûna xwe dîyar kir û got gereke ev civîna han, di qonaxên pêþ yên di pirsa YE de, ji bo afrandina siyaseteke hevbeþ, helwest û fikirên hevbeþ  rê-niþandar be.

 

 
© 2001-2004 Roja Nû