Di salvegera 19-a de

Divê roja tevkujiya Helebçê, bibe rojeke navnetewî

17-03/2007- Tevkujiya Helebçê di roja 16ê adarê de li Stockholmê hat bîranîn. Li meydana nav bajêr Sergeltorg, mûm hatin vêxistin, gotar hatin xwendin, helbest, stran û sirûd hatin gotin. Di destpêkê de seroka Federasyona Komeleyên Kurdistanê Şermîn Bozarslanê û nûnerê Komîteya Hevkarî Ata Beney qise kirin. Wan giringiya bîranîna rojê anîn zimên û daxwazên xwe ji saziyên navnetewî û ji hukumeta herêma Kurdistanê kirin. Wan got Helebca hîna birîndar e. Divê birën bên derman kirin, û pêwîstiya xelkê Helebcê û derdorê bi alikarî avadankirina jiyaneke bêxeter heye.

Nûnerên partiyên siyasî yên Swêdê beş dar bûn û di gotarên xwe de piştgiriya xwe ji gelê kurd her çar parçeyên Kurdistanê re dîyar kirin.. Sekreterê Partiaya Çep, dostekî eyan gelê kurd Lars Ohly, di axaftina xwe de ragihand ku partiya dixebite ku roja Helebçê bike rojeke navnetewî. Ohly got; ”Em tiştî ne tenê ji bo ku bala dinyayê bikşînin ser rewşa gelê kurd, her wisa ji bo ku ev roja han bibe roja qedexikirina çekên kîmyayî, atomî di cîhanê de. Bila careke din li hiç dereke cîhanê bûyerên wek ya Helebcê neqewimin. Sekreterê Partiay Lîberalan Erik Ullenhag û nûnerê Sosyal Demokratan Clas Nordmark ev hêvî û daxwaz pêşde anîn.

 
© 2001-2007 Roja Nû