Siyasetvan
û rewþenbîrê kurd Hemreþ Reþo çû heqiya xwe
Serokê Partîya Demokrata Kurdistan-Bakûr Hemreþ Reþo, di
roja 27ê Çileyê Pêþîn da li Elmanya çû heqîya xwe. Bi wefata
wî tevgera Kurd sîyasetvan û rewþenbîrekî xwe yê hêja winda kir.
Navê Hemreþ yê li ser kaxez Hamdî Turanli ye. Di sala 1939 da li
Kahta ya Semsûrê (Adiyeman) hatîye dinyayê. Piþtî xilaskirina lîse
demekê li Zanîngeha Enqerê, beþa huquqê da xwendîye û di sala 1963
da derketîye dervayî welat, li Elmanya cîwar bûye. Ji wê çaxê heta
wefata xwe li Elmanya jiya.
Hamreþ Reþo hîna di xortanîya xwe da kurdekî
welatparêz bû. Li dervayî welat jî di warê
sîyaset û çanda kurdî da kar û xebata
xwe ajot. Li vir piþtgirîya tevgera Kurdistana Iraqê
kir, bû endame KSSE (Komela Xwendekaran Kurd li Ewrûpa).
Tevî hin hevalên xwe rêxistina Bahoz avakir û
kovara Çîya derxist. Kovara Hawar, beþa latînî
ji nû va çapkir.
Di salên 80yî da di kar û xebata ji bo
avikirina Yekitîya Hêzên Kurd (Tevgera Rizgarîya
Kurdistan-TEVGER) da Hemreþ jî wek nûnerê
PDK-Bakûr hebû.
Di sala 1992yan da tevî hin rêxistinên
dinê PDK-Hevgirtin avakirin û ew bû serokê
vê yekitîyê. Piþtî ku rêxistina
wî navê xwe guhart bû PDK-Bakûr dîsa
ew bû serokê partiyê. Heta wefata xwe serokatiya
partiya xwe kir. Hemreþ Reþo zewicî bû û
bavê pênc zarokan bû.
Bi wefata wî gelê kurd welatparezekî xwe yê hêja winda kir. Bila
serê malbata wî, heval û hogirên wî û gelê kurd saxbe.
|