KURDÊN SWÊDÊ MIL DIDIN HEV JI BO PIÞTGIRIYA KURDISTANA BAÞÛR BIKIN

Komîta Hevbeþ ya ku wek komîteyeke krîzê ji bo piþtgiriya Kurdistana baþûr hatiye sazkirin, ji nûnerên Komîta Hevkarî (Hêzên siyasî yên Kurdistanê), Platforma Kurdên Ewropayê, Federasyona Komeleyên Kurdistanê, Yekitiya Ciwanên Kurdistanê û Yekitîya Jinên Kurdistanê pêktê. Vê Komîtê di mehên Sibat û Adarê da gelek çalakiyên giring pêkanîn. Lê belê dervayî van rêxistinan gelek kes û saziyên sivîl û demokratîk hene ku dikarin pêkve bêtir xebata yarmetî û piþtgiriya gelê kurd li Kurdistana baþûr bikin. Her bi vê bîr û baweriyê Komîta Hevbeþ di roja 6ê Nîsanê da civînek digel kes û saziyên din pêk anî. Ji kategoriyên cuda bi qasî 150 kes û sazî di civînê da amade bûn. Ray û pêþniyazên cuda û giring pêþkêþ kirin.
Piþtî guftugoyan, beþdarên civînê biryar dan ku 6 komîteyên xebatê bên sazkirin:

-Komiteya alikariya mirovî
-Komîteya Medya
-Komîteya Têkiliyan (berhevkirina e-mail û adresan)
-Komîteya Gala
-Komîteya Pêwendiyên digel derdorên siyasî
-Komîteya Manîfestasyon (meþû mîtîng û.hwd)

Her di civînê da ev þeþ komîte û berpirsiyarên her komîteyekê hatin hilbijartin. Berpirsiyarên van komîteyan wê di nav rêvebirîya Komiteya Hevbeþ da cî bistînin.

Ji hindek pêþniyarên ku di civînê da bi piranî û giringî pêþda hatin ev bûn:
- Baldarî li ser xetera hevkariya dewletên dagirker Tirkiye, Îran û Suriye li dijî pêþketinên Kurdistana baþûr
- Baldarî li ser xelkê ku ji Mûsul û Kerkûkê hatin derxistin.
- Çêkirina galayekê digel hunermendên swêdî (ji lay Nasser Rezazî ve hat pêþniyarkirin)
- Baldarî li ser daxwaza Federasyonê ji lay kurdan ve
- Alikariya zarokên bê dê û bab bête kirin
- Ji bo cîbicîkirina xebatên komîtê kontoyekê da pare bête komkirin.

Her komîteyek wê bernameyeke taybet bide ber xwe û pêþkêþî Komîteya Hevbeþ bike.

© 2001-2003 Roja Nû